Operasyonên qirkirina siyasî bi hemû leza xwe didomin. Li Edeneyê di serdegirtinên malan ên pêr de 13 jê zarok 22 kesên hatibûn binçavkirin, 11 jê zarok 19 kes hatin girtin. Ji bo 2 zarokan jî cezayê hepsa malê hate dayîn.
Li Edeneyê di serdegirtinên malan ên pêr de 13 jê zarok 22 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ên li emniyetê, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Li dozgeriyê îfadeya 13 jê zarok 22 kesan hate girtin. Bi îdîayên “Li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “Endamê rêxistinê ne” û bi îfadeyên şahidên veşartî ,bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya lêpirsîna hatin kirin. Dadgeriya lêpirsînê kesek bi mercê kontrola edlî berda. Dadgeriyê, 11 jê zarok û 19 kes bi heman hincetan girtin û ji bo 2 zarokekan jî cezayê “Hepsa malê” hat dayîn.