Li Edeneyê 16 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li Edeneyê û 16 kes binçav kirin, ku zarok jî di nav de hene.
Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li Edeneyê û 16 kes binçav kirin, ku zarok jî di nav de hene.
Polîsên dewleta Tirk, tevî piştgiriya helîkopteran danê sibehê avêtin ser gelek taxên Edeneyê.
Di dema serdegirtin û lêgerînê de bi îdîaya ku "tevlî çalakiyan bûne" 16 kes hatin binçavkirin, di nav de zarok jî hene.
Li gorî agahiyan, kesên hatine binçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê ewilî birina Saziya Tipa Edlî, piştre jî birine Midûriyeta Emniyetê ya bajêr.