Li Edene û Colemêrgê li hember qedexeya Newrozê bertek

Komîteyên Amadekar ên Edene û Colemêrgê li hember qedexeya Newrozê nerazîbûn nîşan dan, diyar kirin ku wê Newroz bê pîrozkirin.

Komîteyên Amadekar ên Edene û Colemêrgê li hember qedexeya Newrozê nerazîbûn nîşan dan, diyar kirin ku wê Newroz bê pîrozkirin.

EDENE

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Edeneyê piştî bi biryara Walîtiyê pîrozbahiya Newrozê ya 20’ê Adarê wê li Qada Ûgûr Mûmcû bihata lidarxistin hat qedexekirin, da xuyakirin ku cihê pîrozbahiyê hatiye guhertin. Komîteyê piştî serlêdan hat redkirin bi walîtiyê re dîsa hevdîtin pêk anî, ji ber hevdîtin bê encam man, da xuyakirin ku cihê Newrozê hatiye guhertin. Komîteya Amedkar ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 20’ê Adarê li Fetlerêya Karasû ya Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhana Edeneyê banga tevlîbûnê kir. Li ser navê Komîteya Amedkar Huseyîn Beyaz axivî, got li tevahî welat ne mimkûn e ku Newroz tenê di rojekê de bê pîrozkirin, wiha anî ziman: “Em ê Newrozê 20’ê Adarê saet 10.00’an de bi aktîvîteyek li Fetlerêya Karasûyê pîroz bikin.”

Beyaz ji bo Newrozê banga tevlîbûnê kir.

COLEMÊRG 

Komîteya Amadekar a Newrozê bertek nîşanî biryara qedexeya Newrozê ya Walîtiya Colemêrgê da û da zanîn ku dê di 21'ê Adarê di nav her şert û mercî de cejna azadiyê pîroz bikin.  Li hemberî biryarên qedexeya Newrozan bertek didomin. Komîteya Amadekar a Newroza Colemêrgê têkîldarî biryara qedexeya Newrozê ya Walitiya Colemêrgê, li avahiya bajêr a HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Komîteya Amadekar Gokhan Ceyhan destnîşan kir ku Newroz nîşaneya aştî, demokrasî û azadiyê ye û bertek nîşanî biryara walitiyê da. Ceyhan bi bîr xist ku gelên Rojhilata Navîn bi hezaran salan e ku cejna Newrozê pîroz dikin û wiha axivî: "Dê gelê me cejna Newrozê ku ji Kawayê Hesinkar heya niha tê pîroz kirin, di nav her şert û mercî de pîroz bike. Gel ji vîna xwe tawîzê nade. Em ji niha ve Newroza gelê xwe pîroz dikin.