Li Edene, Hatay û Entalyayê bi hezaran kesî 1’ê Gulanê pîroz kir

Bi hezaran kedkarên ku li Edene, Entalya û Hatayê daketin qadan, bi dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulanê” daxwazên xwe qîr kirin.

Bi hezaran kedkarên ku li Edene, Entalya û Hatayê daketin qadan, bi dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulanê” daxwazên xwe qîr kirin. Pîrozbahiya li Edeneyê rastî êrîşa polîsan hat, di pîrozbahiya li Hatayê jî Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan got, yekane vebijêrka karkeran berxwedana li hember dîktatoriya AKP’ê ye.

EDENE

 Hevbirên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) biryara betalkirina mîtînga 1’ê Gulanê ya li Qada Ûgûr Mûmcû ya Edeneyê nas nekir, ji Parka Înonu, Cadeya Stasyonê û ji gelek nuqteyan berê xwe dan Qada Ûgûr Mûmcûyê. Koma li ser Cadeya Stasyonê hatin gel hev û hewl dan bimeşin qadê rastî astengiya polîsan hatin. Piştî nîqaşan, koma ku hewl da li vir daxuyaniyê bide vê carê jî rastî êrîşa bi ava şid û bombeyên gazê hat. Pevçûnên ku welatiyan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan, li kolanan belav bûn.

Welatiyên li Parka Înonu li hev civiyan jî, dowîz vekirin, ji ser Cadeya Ataturk ber bi Qada Ûgûr Mûmcûyê ketin meşê. Welatiyên bi dirûşmeyan dimeşiyan, rastî êrîşa polîsan a bi ava şid, guleyên plastîk û bombeyên gazê hatin. Pevçûnên li ser êrîşa polîsan derketin li tevahî Cadeya Ataturkê belav bûn.

Her wiha helîkopterên polîsan li ser navenda sûkê nizm difirin.

ENTALYA
Pirozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Entalyayê bi beşdariya bi dehan sazî û partiyên siyasî li Parka Aydin Kanza destpê kir. Li qada mitîngê pankartên "Bijî 1'ê Gulanê" û "Em karker in ne kole ne" hatin vekirin û polîtîkayên AKP'ê yên der barê buroyên îstihdamê de hatin şermezarkirin.

Girseya ber bi Qada Cumhuriyetê ve dest bi meşê kir, dem bi dem dirûşmên wekî "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Ji faşîzmê re mirin, ji gel re azadî", "Ji berxwedêrên Kurdistanê re hezar silav", "Bijî 1'ê Gulanê" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.

HATAY

Pîrozbahiyên li Hatayê ji hêla Hêzên Demokrasî û Kedê ve hatin lidarxitstin. Bi sedan kesên li ber Dibistanên Doguş hatin gel hev, pankartên ku bal dikişand ser mêtingeriya kedê vekirin. Her wiha di meşê de wêneyên şervanên YPG'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin hilgirtin. Di meşê de malbatên zarokê xwe di komkujiya Pirsûs û Geziyê de windakiribûn jî cih girtin. Girseya heta Qada Ugur Mumcu meşiya, li vir mitîng li dar xistin.

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan di mitîngê de axivî û diyar kir ku Qesr ji bo desthilatdariya xwe bide avakirin, demokrasî û hiqûq kiriye bin lingan û ev tişt got: "Em ê destûrê nedin vê. Kesên dixwazin mafên qidemê yên karkeran ji holê rakin, li cihê wê dixwazin karkerên kirêkirî bînin. Em ê li dijî vê li meclisê têkoşînê bidomînin. Em ê bi berxwedana bi hev re tarîtiya AKP'ê ji holê bidin rakirin."

KEDKARÊN ÎSKENDERÛNÊ LI QADAN BÛN

1'ê Gulanê li Îskenderunê ji hêla Platforma Demokrasî û Kedê ve hat lidarxistin. Mitînga bi hezaran kes beşdar bûn, 1'ê Gulanê bi kêfxweşî hat pîrozkirin. Berî mitîng dest pê bike, bi hezaran kes li ber Salona Merbirînê ya Şaredariyê li hev kom bûn û heta qada mitîngê meş pêk anîn.