Li DYA’yê lêpirsîna Flynn berdewam dike
Li DYA’yê lepirsîna li dora Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê berê Mîchael Flynn berfireh dibe, sûcdarî li ser kesên nêzî Trûmp jî hene.
Li DYA’yê lepirsîna li dora Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê berê Mîchael Flynn berfireh dibe, sûcdarî li ser kesên nêzî Trûmp jî hene.
Mîchael Flynn ku demeke kurt di rêveberiya Donald Trûmp de Şêwirmendiya Ewlehiya Netewî kiriye, ji ber têkililiyên bi Rûsya û Israîlê re di navenda lêpirsînan de ye.
Lêpirsîn ji hêla rayedarê taybet ê Bûroya Lêpirsîna Federal (FBE) Robert Maueller ve, ji ber têkiliyên bi Rûsya û Israîl re tê kirin.
Flynn qebûl kir li ser destwerdana li hilbijartinên Amerîkayê ya ji hêla Rûsya ve berê derew li rayedarên FBI’yê kiriye û wiha ceza ji vê dosyayê nexwar. Lê nayê zanîn bê ka Flynn çi agahî dane FBI’yê.
LI GORÎ MUELLER FERMAN JI JOR HAT
Lê Robert Mueller ê ku lêpirsînê dike, gotibû Kanûna 2016’an ferman ku Flynn bi rêveberiya Rûsya re têkiliyê deyne ‘ji jor ve ‘ hatibû. Flynn hê beriya ku Donald Trûmp dest bi kar bike, di vê pêvajoyê de bi Sefîrê Rûsya Sergîe Kîslayk re gelek caran bi telefonê axivîbû. Lê di vê demê de Flynn gotibû Trûmp ew weke Şêwirmendê Elwehiya Netewî diyar kiriye.
Tê gotin di îfadeya Flynn de gelek nakokî û derew hene. Li gorî Mueller Flynn ji sefîrê Rûs re gotiye ku pêkirinên dema Obama yên li ser Rûsyayê paşguh bike. Her wiha Flynn gotibû nayê bîra wî ku sefîrê Rûs çi bersiv dabûyê, lê tê gotin ku ev jî derew e.
NAVÊ ZAVAYÊ TRÛMP DERBAS DIBE
Yek ji sûcdariyeke dî jî ya li ser Flynn li ser Şerîaya Rojava ye. Tê gotin Îsraîlê xwestiye pêşnûmeya Neteweyên Yekbûyî ya bi mebesta şermezarkirina xwecihên Şerîa ya Roajva asteng bike. Di vê mijarê de navê Flynn li gel yê zavayê Trûmp Jared Kuschner tê gotin.
Di lêpirsînê de li gel Flynn ji ekîba hilbijartinê ya Trûmp jî hin kes hene, kesên weke Paul Manfort û bi Manfort re têkildar Rîck Gates hene ku hilbijartin rê ve biribûn. Gates tê sûcdarkirin ku ji bo milîsên alîgirê Rûsya yên Ukraynayê xebatên lobiyê kiriye û her wiha gelek pere bi dest ve anîne.
Yek ji şêwirmendê polîtîkaya derve yê berê yê Trûmp George Papadopoulos jî hin sûcdarî qebûl kiribû û hevkarî bi FBI’yê re kiribû. Hatibû gotin ku Papadopoulos jî di destpêka lêpirsînê de bi derewan îfade dabû.
Tê zanîn ku lêpirsîna FBI’yê zorê li Trûmp dike, lêpirsîna li ser kur û zavayê wî dikare xwe bigihîne Trûmp.