Li Dusseldorfê roja 8'ê Gulanê li dijî faşîzmê meş tê lidarxistin
Li Dusseldorfê wê roja 8'ê Gulanê bi dirûşma "Li dijî faşîzmê mil bi mil" meşek bê lidarxistin. NAV-DEM'ê ji bo vê meşê banga tevlîbûnê kir.
Li Dusseldorfê wê roja 8'ê Gulanê bi dirûşma "Li dijî faşîzmê mil bi mil" meşek bê lidarxistin. NAV-DEM'ê ji bo vê meşê banga tevlîbûnê kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), têkildarî meşa 8'ê Gulanê ya li bajarê Dusseldorfê bi dirûşma "Li dijî faşîzmê mil bi mil" bê lidarxistin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, wehşeta dewleta Tirk a li Tirkiyeyê êdî sînorê welêt jî derbas kiriye û hat gotin, "Dîktatoriya Qesrê her roj bang li alîgirên xwe yên li Ewropayê dike, hewl dide hucreyên xwe yên faşîzan bixin nava tevgerê û kaosa li welêt li Ewropayê jî der bikin."
NAV-DEM'ê diyar kir, Erdogan ji bo pêşî li çalakiyên xurt ên bloka demokrasiyê ya ji Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên Ewropî pêk tê asteng bike, ji bo wan provoke bike planeke nû xistiye dewrê; bang li sefîrên bilind dike ku li bajarên Ewropayê dijminatiyê sor bike. Bi vê armancê, hêzên neteweperest ên Ergenekonî û faşîstên alîgirê AKP'ê wê roja 8'ê Gulanê li Dusseldorfê di bin navê 'meşa li dijî terorê' bixwazin şer û komkujiyên li gelan dikin, rewa bikin."
MEŞA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wê heman rojê li Dusseldorfê bi navê "Li dijî faşîzmê mil bi mil" meş û mîtîngek were lidarxistin û banga tevlîbûneke xurt hat kirin.