Ji bo ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakiya edaletê hat lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 6 gulanê 2015, 14:55
Ji bo ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Di çalakiya "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" ya li ber Konsolosa Fransayê de, wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û xwendin. Di axaftinên li çalakiya ku Komîsyona Jinan a Dusseldorfê û Meclîsa Viyan a bajarê Elmanyayê Wuppertalê lê amade bûn de hat destnîşankirin ku bêdengiya Fransayê tê wateya hevpariya wê ya di sûc de. Hat ragihandin ku ev rewş nayê fêmkirin û komkujî careke din hat lanetkirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Em hemû Sakîne ne", "Em hemû Fîdan in", "Em hemû Leyla ne" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.