Li Dûseldorf û Kasselê qirkirina siyasî hate protestokirin
Li bajarên Dûsseldorf û Dassel ên Elmanyayê operasyonên qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê ya li ser HDP’ê hate protestokirin.
Li bajarên Dûsseldorf û Dassel ên Elmanyayê operasyonên qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê ya li ser HDP’ê hate protestokirin.
Li ser banag NAV-DEM, KCDK-E, TJK-E, FEDA, Ciwanên Azad û Patiya Keskan a Elmanyayê bi sedan Kurdistan û dostên wan girtina Hevşaredarên HDP’ê û parlementeran a ji aliyê dewleta Tirk ve hate protestokirin.
Girseya gel di saet 14:00’an de li Dûsseldorf Haûtbahnhofê kom bûn dirûşmên “Kujer Erdogan”, “ Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” qîr kirin. Çalakgeran bi pankartên li dijî dewleta Tirk ber bi parlementoyê ve meşiyan.
‘DIVÊ PARTIYÊN ELMAN BERTEK NÎŞAN BIKIN’
Di mîtîngê de parlementerê Parlementoya Eyaleta Yekîtiya NRW/Keskan a 90 Paûla Elshûlz axaftin kirin, girtina HDP’yiyan weke felaket pênase kir.
Êrîşên demê dawî li dijî gelê Kurd bi taybet piştî êrîşa şevê din em bi fikarin. Divê Erdogan û rejîma wê dev ji pêkanînên xwe yên antî demokratîk bînin. Hemû partiyên li Parlementoya Federal a Elmanyayê divê li dijî van pêkanînan bertek nîşan didin.
Li ser navê Buroya CENÎ ya Jinan jî daxuyanî hate dayîn, êrîşên li ser HDP’ê hate şermezarkirin, bang li Kurdên li Elmanyayê hatin kirin ku bertekên xwe nîşan bidin.
KASSEL
Kurdistaniyên ku li bajarê Kassel ê Elmanyayê dijîn, operasyonên qirkirinê yên siyasî yên dewleta Tirk protesto kirin. Meşa ku ji pêşiya posteya navenda Kasselê destpê kir heta pêşiya avahiya şaredariya Masselê dewam kir. Gelek dostên Kurdan jî beşdar bûn.