Li Dundar û Gul 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Di doza rojnamevan Dundar û Gul de bi îdîya “belgeyên veşartî yên dewletê weşandine” her yekî 5 sal cezayê girtîgehê li hate birîn.

Rûniştina biryarê ya doza TIR’ên MÎT’ê ya ku Gerînenedeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar û Nûnerê Enqereyê Erdem Gul dihatin darizandin îro bi dawî bû.

Parlamenterên CHP’ê, Berdevkê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmet, Ji Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê Mûzaffer Kaya û Kivanç Ersoy, rojnamevan Fehîm Taştekîn ji bo rûniştinê hatin edliyeyê.

14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, daxwaza rakirina biryara veşartîbûnê ya parêzeran red kir.

Di parastinên xwe de Dundar û Gul nûçeya xwe parastin û gotin heta dawî li pey nûçeya xwe ne û wan rojnamevantî kirine.

Di parastina parêzeran de jî Parêzer Fîkret Îlkîz ji dozger re got: “Her çiqasî hûn bi tûndî red bikin jî ev doza çapemeniyê ye, ev doza azadiya çapemeniyê ye.”

Parêzer Bulent Ûtkû jî daxwaza biryara beraatê kir.

Parêzer Bahrî Belen jî diyar kir ku îdîaname ji milê hiqûqî ne têrker e, got: “Îdîaya sîxurtiyê îdîayek vala ye.”

Piştî parastina parêzeran gotinên dawî ji Dundar û Gul re hatin pirsîn.

Dundar got: “Hêviya me ew e ku em baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin. Me tenê rojnamevantî kir, me pîşeyê xwe parast.”

Erdem Gul jî wiha axivî: “Me rojnamevantî kir, em beraata xwe dixwazin.”

Dadgehê ji bo biryarê navber dayê.

HIKÛM EŞKERE HAT XWENDIN

Piştî navberek dirêj, heyeta dadgehê biryar da ku hikûm vekirî bixwînin, li ser vê rojnamevan û parlamenter ketin salonê.

Dadgehê bi îdîaya “belgeyên veşartî yên dewletê weşandine” her yekî 5 salan cezayê girtîgehê li wan birîn.

Biryar hat dayîn ku qedexeya derketina dersînor a her du rojnamevanan jî bê rakirin.