Li Duîsburgê tecrît û dagirkeriya Efrînê hat protestokirin
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn û dagirkeriya Tirk a Efrînê li Duîsburgê hat protesto kirin.
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn û dagirkeriya Tirk a Efrînê li Duîsburgê hat protesto kirin.
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirk a Efrînê, di bin pêşengtiya ciwanên Kurd de li bajarê Duîsburg a Almanya hat protesokirin. Meşa ku di saet 14:30’an de li Delplatz destpêkirî bi mîtînga li gara trênê ya li Navenda Duîsburgê hatî lidarxistin bi dawî bû. Bi sedan Kurdistanî tevlî meşê bûn û pankarta “Ji Efrîn û Ocalan re Azadî” hat hilgirtin. Di meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan û alayên YPG/YPJ hatî vekirin de, polîsên Alman bi hinceta posterên Ocalan xwestin destwerdan bikin. Ji ber bertekên gel polîs neçar man paşde vegerin.
SERDEGIRTINA POLÎSÊN ALMAN YA NAV-DEMÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Di tevahiya meşê de, di axaftinên bi zimanê Kurdî û Elmanî hatî kirin de, hat diyarkirin ku Komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan bi dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve berdewam dike. Bal hate kişandin ser vî tiştî ku di destpêkê de dewletên Ewropa û hemû cîhan ji vê rewşê berpirs in.
Di çalakiyê de serdegirtina polîsên Alman a li ser Komeleya NAV-DEM a li Hannover jî hat şermezarkirin. Di dawiya çalakiyê de xwestina polîsan ya binçavkirina ciwanên Kurd ji aliyê gel ve hat astengkirin. Çalakî bi dirûşmên, “Bijî Efrîn”, “Bijî YPG-YPJ”, “Efrîn bajarê me ye, azadiya me ye” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.