Li Dûîsbûrgê platforma ‘NA’ hate avakirin

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, ji bo referandûma ku wê 16’ê Nîsanê li Tirkiyeyê bê kirin platforma ‘NA’ nate avakirin.

Lı Dûîsbûrgê saziyên Rewşenbîr, Şorşger û demokrat ku li Komeleya ‘Cafeya Piştgiriyê’ ya ku AGÎF Dûîsboûrg ku xebatan bi rê ve dibe li hev kom bûn, Platforma Na ya Dûîsbûrgê ava kirin.

Girseya rêxistinên demokratîk a ku di demên dawî de ji bo avakirina platformê xebat didan meşandin, ADHK, AGÎF, ATÎF, Însyatîfa Daricayiyan, NCKD, DÎDF, Freîs Forûm Dûîsbûrg û Însyatîfa Kurecikliyan di civînên li dawî li dar xistin de lingên siyasî û pratîk plankirin.

Saziyên ku prensîbên bingehîn ên Platforma Na ya Ewropayê gotûbêj kirin, ji bo li dijî rejîma Erdogan û AKP’ê ya li Dûîsbûrg û derdorî wê, avakirina yekîtiyekî mezin, ji bo hemû beşên rewşenbîr hêzê xwe ji bo refernadûmê xerç bike gotûbêjên berfireh hatin kirin.

Ji hevparên ku di salên dawî de xebat ji bo hilbijartina HDP’ê kirine, ji van xebatan ders girtin û bigihîne astekî hê bilindtir, li dijî faşîzim û her cure êrîşên îmha û înkarê her roja bê, hê baştir encam bigirin û li ber xwe bidin.

Platforma ku ji komîsyonên mataryal bigire heta komîsyonên weşana çapemeniyê gelek qadên xebatê avakirin, potansiyela xwe di sindoqan de diyar bike, ji dijî her cure xebatên dibêje ‘Erê’ ji her kesê re bêjin çima dibêjin ‘NA’ di her qadê de dana pêş û xurtkirina wê dikin hedef. Platfroma ku rêveberiya xwe jî hilbijart, piştî amadekariyên pêvajoyê wê di demekî nêzîk de xebatên xwe vegûhezîne kolanan.