Li Dûîsburgê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin

Pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê YXK’ê ve li Zanîngeha Dûîsbûrg- Essenê hat lidarxistin, bi sedan kes beşdar bûn.

Pîrozbahiya Newrozê ya  ji aliyê YXK’ê ve li Zanîngeha Dûîsbûrg- Essenê hat lidarxistin, bi sedan kes beşdar bûn. 

Pîrozbahiyên li Ewropayê berdewam dikin. Ji aliyê YXK’ê (Yekîtıya Xwendekarên Kurdistan) ve li Zanîngeha Dûîsbûrg- Essenê pirozbahiyek hat lidarxistin. 500 kes tevlî pîrozbahiyê bûn. 

Pîrozbahî ji bo kesên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest danê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir û li ser navên NAV-DEM  û YXK’ê axaftin hatin kirin. 

Di pîrozbahiyê de berxwedana xwereveberiya Bakurê Kurdistanê ya  li hember çeteyên Qesrê dimeşe hatin silavkirin. Hakî Botan, Koma Hewa, Îsmet Kobanê, Serhat û Maksût, Koma 63 stran gotin û koma govendê ya Xezal û Merdan  jî li dîkê cihê xwe girtin. 

Pîrozbahî  heta di seatên dereng  berdewam  kir û  dirûşmê , “Şehit namirin”, “Biji Serok Apo”, “Biji Newroz”, “Biji berxwedana YPG” hatin berzkirin. Pîrozbahî bi govendê ve dawî bû.