Li Duisburgê civîna gel a 'pêvajoya dawî'

Li Duisburgê civîna gel a 'pêvajoya dawî'

Li bajarê Duisburgê yê Almanyayê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku li Amedê li pêşberê bi milyonan mirovan aşkere kir di civînek a gel de hate nirxandin.

Di civînê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, berpirsyartiya girseya demokratîk di pêvajoya têkoşîna demokratîk de hate nirxandin. Hre wiha hate destnîşankirin ku ji bo pêvajoya aşitiyê bi ser bikeve û bigihe encamê pêwîstî heye ku di her warî de rêxistinbûn û sazîbûn were xurtkirin.

Di civînê de ku siyasetmedarê Kurd K. Agirî amade bû, hate diyarkirin ku gelê Kurd bi ruheke seferberiyê tevdigerin.

Her wiha, di civînê de hate destnîşankirin ku bi pêvajoya ku çareseriyê ya ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, çareserî ketiye rojeva navneteweyî û hat gotin: “Ev pêngava siyasî û stratejîk, nîşan daye ku tu planên dewleta Tirk ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tune ye.”