Li Duisburg û Hagenê ji bo Ocalan bisedan îmze komkirin
Li Duisburg û Hagenê ji bo Ocalan bisedan îmze komkirin
Li Duisburg û Hagenê ji bo Ocalan bisedan îmze komkirin
Li bajarên Duisburg û Hagen ên Almanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand vekirin û bi sedan îmze komkirin. Weke din di standan de bi hezaran belavok belav kirin.
Kampanya îmzeyan ya li qada navnetewî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi hemû leza xwe didome. Kurd li her cihê ku lê jiyan dikin bi vekirina standan îmzeyan berhev dikin.
Kurdên ku li bajarên Duisburg û Hagen ên Almanyayê jiyan dikin, bi standên îmzeyan ên li navenda bajar vekirîn bi sedan îmze komkirin.
Di standa ku rojên Pêncşem û Şemiyê ji aliyê Meclisa Gel ya Duisburgê ve hatî vekirin de 450 îmze, di standa ji aliyê komisyona têkiliyên derve ya girêdayî Meclisa Gel ya Hagenê ve hatî vekirin jî 130 îmze hatin berhev kirin.
Di dema berhevkirina îmzeyan de jî jin û ciwanan bi hezaran belavokên ku balê dikêşin ser rewşa şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmralî jiyan dike belav kirin.
Rayedarên Meclisa Gel ya Hagen û Duisburgê gotin, heya kampanya ji Ocalan re azadî bidawî bibe ew dê îmzeyan berhev bikin.