Li Dortmûndê meşa ji bo Hefteya Lehengiyê

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê meşek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê meşek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de Ronahî, Bêrîvan, Zekiye Alkan, Rahşan û Mazlûm Dogan hatin bîranîn, her wiha berxwedana YPS û YPS Jin a li hemberî terora AKP'ê, hat silavkirin.

Bi sedan ciwanên beşdarî meşê bûn dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Bijî PKK", "Kujer Erdogan wê hesab bide", "Jin jiyan azadî" qîriyan.

Piştî meşê mîtîng hat lidarxistin. Nûnera Jinên Ciwanên Azad li vê derê têkildarî Hefteya Lehengiyê axivî û destnîşan kir, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e.

Di axaftinên li vir de hat gotin, "Ev jiyana bi rûmet a bi Mazlûman û Egîdan destpê kir, bi azadiay Rêber Apo re wê bikeve sala fînalê" û hat ragihandin, bi pêşengiya YPS û YPS Jin li Bakurê Kurdistanê faşîzma AKP'ê hatiye têkbirin.

Di mîtîngê de ji bo meşa 2'ê Nîsanê ya Ciwanên Azad a li Frankfûrtê banga tevlîbûnê hat kirin.

...