Li Dortmûndê civîna ji bo 'Kampanya Malbata Bira'

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, ji bo 'Kampanya Malbata Bira' civînek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, ji bo 'Kampanya Malbata Bira' civînek hat lidarxistin.

Ji bo destekkirina kampanya ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hat destpêkirin, bi qasî 500 kes beşdarî civîna gel bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî û der barê berxwedana xwerêveberiyê de agahî da.

Sariyildiz da xuyakirin, ku gel li hemberî komkujiyan ti carî serî netewandiye û bibîr xist, ku Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç di axaftinên xwe yên dawî de ragihandiye, ew ê ti carî serî li ber çeteyên qesrê netewîne û heta dawiyê li ber xwe bidin.

Sariyildiz got, "Gel jî ji vê yekê hêzeke mezin wergirt û li ber xwe da. Dijminê ku dît nikare vîna gelê Kurd bişikîne, bi tank û topan, bi şewitandina jêrzemînên berxwedanê re mirovên me qetil kir. Gelê me li dijî dijmin bi biryardarî li ber xwe da. Bajarên me yên li Kurdistanê dişibin bajarên Vîetnamê."

Parlamenterê HDP'ê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku ji bo gel û zarokên Kurdistanê hewcedarî AKP'ê nekin, destekê bidin 'Kampanya Malbata Bira'.