Li Dortmûndê bîranîna şehîdan
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê gerîlayên HPG’ê Tahîr Ekîncî (Dawût), Bedretîn Işik (Hebûn Azad), Serdar Kayaardi (Fûat) hatin bibîranîn.

Bîranîna li Dortmûndê ya li avahiya Elewiyan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de xalê gerîlayê HPG’ê Ekîncî Mûstefa û li ser navê gerîlayê HPG’ê Serdar Kayaardi yê ku li Bolûyê hate înfazkirin dayika Senem, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Ahmet Aktaş û li ser navê CÎK’ê jî Mele Hafiz Tûrhalli axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd re hat xwestin. Axaftvanan wiha gotin: “Zarokên me şehîdên gelê Kurd in.”
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ahmet Aktaş axivî û diyar kir ku bi saya Ocalan û Tevgera Azadiyê li Rojava û Bakurê Kurdistanê pêvajoyek nû ya dîroke destpê kiriye. Di vê pêvajoya nû ya dîrokî de banga xwedîderketina li berxwedanê hat kirin .
Aktaş wiha anî ziman: “Her sê têkoşeran li dijî wehşeta TC û AKP’ê xwedî li gel û xaka xwe derketin. Em jî weke saziya malbatên şehîdan heta dawiyê şopdarên rêya wan in.”
Bîranîn bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.