Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dirbêsiyê bi tevlîbûna dehzaran cenazeyê şervanên YPG'ê Ebdulrhman Mihemed û Elî Şêx Dawid ku doh di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dabûn, li goristana Şehîd Rustem Cûdî sipartin axê.
Bi dehezaran Kurdistanî li ber çeneqa Dirbêsiyê ku cenazeyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ebdulrhman Mihemed û Elî Şêx Dawid têde bû, kombûn. Piştre Kurdistaniyan cenazeyên şervanên YPG'ê Ebdulrhman Mihemed û Elî Şêx Dawid li ser milan kirin û li piraniya kolanên bajarê Dirbêsiyê gerandin.
Kerwana ku cenazeyê hilgirtibûn berxwedana şervanên YPG'ê silav kirin, diruşmeyên "Şehîd namirin" avêtin. Herwiha wêneyên şervanên YPG'ê Ebdulrhman Mihemed û Elî Şêx Dawid û Ferhad Elî Qewas û sembol û alên Kurdî ji hatin rakirin.
Piştî ku kerwanê kurdistaniyan gihişte xaçeriya rêya Serêkaniyê-Dirbêsiyê merasîma bi heybet hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir, piştre Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî.
Xelîl diyar kir bi berxwedana şehîdan ya bi nirx û evsane canê xwe dikin qurban ji bo azadiya gelê xwe. Xelîl wiha axivî: ''We ev xaçerê bi navê şehîdan kir ji ber wê ez dixwazim bibêjim ku li vir neha şehîd daxivin ne biryarên siyasî ye. Ji ber ku rihê wan ji hemû biryarên siyasî bi nirxtirtir û bilintir e. Gelek komên çekdar hatine avakirin û xwe li piş hin partiyên Kurd vedişirên."
Di dawiya axaftina xwe de Xelîl berxwedana YPG'ê li Girzîro û Serêkaniyê silav kir û diyar kir ku neyarên Kurda li ber berxwedana wan wê têk biçin. Piştî Xelîl Endamê Saziya Mallbatê Şehîdan Mihemed Xetîb axivî. Xetîb diyar kir ku ne bi berxwedana şervanên YPG'ê ba tu carî gelê me ji çeteyan xelasnedibû.
Piştî Xetîb endamê partiya Çep a Kurd a li Sûriyeyê Mehmûd Osê axivî û berxwedana şervanên YPG'ê silav kir û soz da ku ewê li ser rêça şehîdan şopên xwe bavêjin. Piştî ku merasîm bi dawî bû cenazeyê şervanên YPG'ê Ebdulrhman Mihemed û Elî Şêx Dawid bi kerwanê wesayitan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî bi rêkirin û spartin axê.