Li dijî wargeha penaberên Îranî ya li Îraqê êrîş, herî kêm 6 mirî

Li dijî wargeha penaberên Îranî ya li Îraqê êrîş, herî kêm 6 mirî

Li dijî wargeha penaberên muxalîf yên Îranê ya nêzî paytextê Îraqê Bexdayê êrîşa hawana û obîsan pêkhat, tê ragihandin ku, di êrîşê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Di demjimêrên serê sibehê de li dijî wargeha muxalifên Îranê ya Endamên rêxistina Mucahîtên Gel lê dimînin êrîşa hawana û obîsan pêkhat. Li gorî agahiyên ku Konseya Netewî ya Berxwedana Îranê (CNRI) ya li sirgûnê ku navenda wê li Fransayê ye dane, li dijî wargeha binavê Lîberty ya li ser nîv kîlometreyê bicih bûye herî kêm 35 obîs û hawan lê ketine.

Hate ragihandin ku, di vê êrîşê de jinek jî di nav de heyî herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku, kesên jiyana xwe ji dest dane Pûran Necefî, Yehya Nazarî, Ekber Ezîzî, Mustefa Xurawî, Mehdî Ebed û Hadî Şafî ne.

Ji ber ku rewşa hinek kesên birîndar girane fikar heye ku hêjmara miriyan zêde bibe. Weke din jî li gorî CNRI’yê ji bo hilgirtina birîndaran tu ambulans yan jî alîkarî negihane wargehê. Ji ber ku jeneratora dîspanserîna tenduristiyê ya Îraqî jî bûye hedefa êrîşê, ceyran qutbûye.

Ev saleke hikumeta Îraqê ji Wargeha Eşref 3100 penaber anîne vê wargehê. Lê belê Wargeha Lîberty ya tê diyarkirin penaber têde heps kirine, 80 qat ji Wargeha Eşrefiye biçûktire.

Penaberên Wargeha Eşrefiyeyê di 25’ê Cotmeha 2011’an di çarçoveya hevpeymanekî di navbera Îraq û NY de birin wargeha Lîberty. Tê gotin ku, ji bo van penaberan ji Îraqê derxînin ev pêngava dawî bû. Ji xwe gelek caran hatibû rojevê ku van penaberan radestî  Îranê bikin.