Li dijî tundiyê têkoşîna bênavber şert e
Li dijî tundiyê têkoşîna bênavber şert e
Li dijî tundiyê têkoşîna bênavber şert e
Endama Komîteya Jineolojiyê Zînê Agirî da xuyakirin, ku ji ber şitla azadiyê lê şîn dibe jinên li Rojhilata Navîn hedef tên girtin û destnîşan kir, ku divê têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê bênavber dewam bike.
Dîktatorê Komara Domînîk ê di navbera salên 1930-1960 de General Lonidas Trujillo, di 30 salên desthilatdariya xwe de bi dehan mirov qetil kiribû û hovîtî kiribû. Xwişkên Mîrabel jî, ji bo dawî ji vê hovîtiyê bînin xwe birêxistin kiribûn û ji bo vê hovîtiyê ji cîhanê re ragihînin, her çend di berdêla wê de canê xwe dabin jî, hovîtiya mêr û desthilatdariyê, di heman demê de bêçaretiya mêr nîşan dabûn. Ev xwişk, destpêkê ketibûn kemîneke komeke mêrên bê vîn, destpêkê rastî destavêtinê hatibûn û dûre jî bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Ev komkujî piştî bi salan, ji aliyê neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Şermezarkirina Tundiya li hemberî Jinê hatibû ragihandin.
Endama Komîteya Jineolojiyê Zînê Agirî li ser vê rojê nirxandin kir û diyar kir, ku eger êrîş û terora mêr a li hemberî jinê netewe, zayend û ti cudahiyan nas nake, divê jin jî di yekîtiya xwe de ti sînoran nas nekin. Agirî ragihand ku mekanîzmaya parastina cewherî girîng e û anî ziman, ku divê parastina cewherî bi tenê weke bûyereke teknîkî neyê dîtin, divê li her qada civakê bicih were anîn.
Agirî da xuyakirin ku pêwîste 25'ê Mijdarê bi tenê bi rojekê bisînor nemîne, divê her roj weke roja têkoşînê be û destnîşan kir, ku tundiya li hemberî jinê di kesayetiya jinê de tundiya li hemberî civakê ye. Agirî anî ziman ku ji ber vê yekê divê feraseta têkoşîna rojekê yan jî bîranîna rojekê bê şikandin û diyar kir, ku divê her kêlî weke dema têkoşînê bê dîtin û feraseke bi vî rengî derkeve holê.
DAIŞ ŞÊWEYÊ BELAVBÛNA SÎSTEMA MÊR E
Agirî di dewama axaftina xwe de da zanîn ku li Rojhilata Navîn jinên Kurd di warê azadiyê de xwe ghiandine qonaxekê, lewma di hedefa êrîşan de ne û diyar kir, ku jin xurt bûne û di her mijarê de di pozîsyona karibin xwe biparêzin de ne. Agirî ragihand, ku DAIŞ a weke şêweyê belavbûna sîstema mêr yekser derket holê, êrîşî nirxên mirovahiyê dike, di bin maskeya Îslamê de propagandayê dike, êrîşî mirovên pêwîstiya xwe bi azadiyê heye dike û got, "Dibêjin têkoşîna azadiyê ya jinê qediya ye, kes nîne ku jinên rastî destavêtinê hatine, rastî tundiyê hatine biparêze. Lê cîhanê dît ku yên wan biparêzin hene. Di vê nuqteyê de bi taybetî jinên Kurd di kesayetiya YPJ'ê de şer dikin, li ber xwe didin, têdikoş in û li her deverê li ber xwe didin. Dayik, keç bi cesareteke mezin şer dikin. Ji ber ê yekê, êrîşên li hemberî vê têkoşînê, êrîşên li hemberî jinên li Rojhilata Navîn ewçend berfireh in."
LI PÊŞIYA BAWERIYA AZADIYÊ YA JINÊ TI HÊZ NIKARE BISEKINE
Agirî diyar kir, ku li dijî tundiyê ne tenê jinên Kurd divê tevahiya jinên cîhanê li platformên cuda van êrîşan nîqaş bikin, jinên ji her neteweyê di mijara yekîtiyê de li ti astengiyan nealiqin û got, "Ya ku jinên Kurd, Ereb, Fransa, Îngilîz tîne cem hev, nasnameya jinê ye. Eger têkoşînek li ser bingeha vê nasnameya jinê bê meşandin, wê êrîşên tên kirin bên pûçkirin. Ti tişt nikare li pêşiya baweriya zadiyê ya jinê bibe asteng. Jin bixwazin, dikarin cîhanê biguherînin. Ev ne tenê dirûşmeyeke. Enerjiyeke vê ya jiyanê heye. Eger vê enerjiya jiyanê kanalîze bike, wê ti pirsgirêk nemîne ku ji holê neyê rakirin. Girîng e ku jin li ser bingeha nasnameya jinê li hev kom bibin."
AKP ÊRÎŞÎ AZADIYA JINÊ DIKE
Agirî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên der barê jinê de jî nirxand û destnîşan kir ku mejiyê AKP'ê di bingeha xwe de li dijî azadiya jinê ye. Agirî diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê ya xwe weke Tirkiyeya Îslamî û nû pênase dike, hewl daye gelek tevgerên jinê bifetisîne, di desthilatdariya wê ya 12 salan de tundiya li hemberî jinê zêde bûye û anî ziman, ku bi qanûnên hatine derxistin re jin bêtir bêvîn û bêqîmet hatiye hiştin. Agirî ragihand ku çapemenî jî bi mejiyê mêr dema nûçeyên li ser komkujiyên jinê diweşînin mîna ku jinê heq kiriye diweşîne û da zanîn, ku tevî ewçend mirina jî nîşandana bernameyên zewacê, berhemek ji modernîteya kapîtalîst e. Agirî got, "Zîhniyeta van bernameyan derdixîne pêş, li dijî êrîşên i hemberî jinê xwedî seknekê nîne. Berevajî, vê tundî û van êrîşan rewa dike."
Agirî da xuyakirin ku eger jin bixwaze dikare cîhanê biguherîne û destnîşan kir, ku divê jin ji xwe bawer be û xwe xurt bike. Agirî bang li tevahiya derdorên civakî yên li hemberî tundiya li dijî jinê kir, ku di 25'ê Mijdarê de berevajî rêbaza rûtîn, bi rê û rebazên cuda dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.