Li dijî tundiyê li her cihî çalakî
Li dijî tundiyê li her cihî çalakî
Li dijî tundiyê li her cihî çalakî
Jinên ku bi munasebeta 25’ê Mijdarê li Colemêrg, Wan, Hatay, Stenbol, Dêrsim, Kocaelî û Dîlokê daketin qadan bal kişandin li ser têkoşîna jinan a li her derê û diyar kirin ku ew ê wekî li Rojava û Kobanê têkoşînê xurt bikin.
COLEMÊRG
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) a Colemêrgê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Piştgirî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hember Jinan meşek girseyî li dar xist. Li gel bi sedan jinan, endam û rêvebirên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), hevşaredarên Colemêrgê û saziyên sivîl başdarî meşê bûn. Meş ji ber avahiya DBP’a Colemêrgê destpê kir û heya taxa Merzanê berdewam kir. Di meşê de pankarta “Tundiya li hember jinan tê wateya şer” û “Bijî têkoşîna jinan a birêxistinkirî” hatin vekirin. Li gel wêneyên 3 jinên ku di Parîsê de hatin qetilkirin, alên KCK, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di meşa ku zilaman jî piştgirî dan de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin berzkirin. Jin bi cilê gelêrî beşdarî meşê bûn û bi def û erbaneyan meşiyan.
Piştî girse gihîşt Taxa Merzanê li ser navê jinan Hevseroka DBP’a Colemêrgê Emîne Akboga daxuyanî xwend. Akboga diyar kir ku dîroka 25’ê Mijdarê serhildanek li hemberî şer, mêtingerî û feqiriyê ye. Akboga, destnîşan kir ku di roja îro de jin bi şîddetî re rû bi rû ne û hê jî tên kuştin. Akboga da zanîn ku kesên ku tecawizê jinan dikin li cihê ku werin cizakirin tên xelatkirin û wiha got: “Pergala kapîtalîst û nûnerê wê hikûmeta AKP’ê dixwaze jinan bifetisîne ji têkoşîna wan vegerîne. Em xwişkên Mirabelan, Sakîneyan e, li Kobanê Arîn in û Kadera sînor nenas in.”
Akboga li ser têkoşîna jinên Kobanê jî axivî û diyar kir ku jin bi têkoşîna xwe êrîşên çeteyên DAIŞ’ê vala derdixin û wiha berdewam kir: “Dê Şengal û Kobanê azad bibe. Ev jî bi pêşengiya têkoşîna jinan pêk were.” Akboga di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew ê li hemberî hemû tundiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin.
WAN
Li Wanê bi sedan jin li ser banga DOKH’ê li pêşberî garaca şaredariya kevn hatin gel hev, li ser paçê reş nivîsînên “Arîn Mîran dijî”, "Ji tacîz û tecawizê re bes”, "Destê xwe ji bedena min bikişîne” hatin nivîsandin hildan. Jinên kû posterên Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doğan hildan bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”,”Bijî berxwedana YPJ'ê” bi tîlîlî, lêdana defan ber bi parqa Feqiyê Teyran ve meşiyan.
Jinên ku ji du aliyan ve gihiştin hev rastî astangiya polîsan hatin, dema meşa wan a ji bo parqa Feqiyê Teyran hat astengkirin jinan berê xwe da parqa Musa Enter. Jinên ku bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” meşiyan bi piştgiriya ajokar, kesên li cihên kar û malan re bi coştir bun. Jinên bi cilên herêmî tevlî meşê bûn bi lolîpopên ku hildan jî bal kişandin ser komkujiya li ser jinan.
Li ser navê jinên çalakvan li Parka Musa Anter aktivîsta DÖKH ê Remziye İşîn da xuyakirin hem bi awayek tund hem jî bi awayek zirav tundî û mêtîngerî li ser janan tê meşandin û qadên behstandinê ji janan re tên tengkirin. Li aliyekî jin wek ganîmetên şer tên firotin û li aliyekî din jî di bin navê xweşikiyên weke pevjînî, evîndarî, heskirinê de di malê de weke girtiyan tên zîndankirin. İşîn da xuyakirin qirkirina û tundiya li ser jinan di demê desthilatdariya AKP’ê de gihiştiye asta herî jor.
STENBOLÊ
Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Stenbolê bi munabeseta 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wekî polîtîkayeke şer jin rastî êrîşên zayendî tên, îro li Kobanê jinên ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bûne sembola berxwedanê ji bo azadî û rûmeta xwe li şer dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku gotinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a ên newekheviya di navbera jin û zilaman de di fitrata wan de heye nîşan daye ku cudakariya li dijî jinan bûye wekî zimaneke fermî.
DÊRSIM
Jinên Dêrsimî bi munasebeta rojê li kolana Hunerê hatin ba hev û heta Qada Seyîd Riza meşiyan. Di meşê de pankarta “Ji şîdet, tacîz, tecawîz, xizanî, cînayetên li idjî jinan, îstîsmarkirina zarokan re bibêje na” hatin vekirin û dowîzên “jin jiyan azadî” “Jinên hatine qetilkirin îsyana me ne” “Em ber bi wekhevî û azadiyê ve dimeşin” hatin vekirin. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn û Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul, Wekîla Hevşaredar Cemîle Ataş, rêveberên Rêxistina DBP’ê ya bajar, KESK, ESP û Rojtiya Asme LGBTÎ jî beşdar bûn. Di çalakiyê de wekî temsîla zarokên bi zorê tên zewicandin kefen hatin lixwekirin. Li Qada Seyîd Riza daxuyaniya dimilkî ji aliyê Cemîle Ataş ve hate xwendin û hate gotin ku ev 12 sal in di îktidara AKP’ê de kuştinên li dijî jinan zêde bûne.
Piştî daxuyaniyê jin çûn pêşangeha ku ji aliyê endamên Meclîsa Jinan a KESK’ê ve hatiye vekirin.
HATAY
Xwendekarên jin ên Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê bi munasebeta 25’ê Mijdarê meşek li darxistin. Xwendekarên li ber fakulteya zîreatê kom bûn heta Fakulteya Zanistên Îktîsadî meşiyan. Di meşê de pankarta “Em ji xwîşkên Mîrabel heta Sakîneyan, li Rojava Arîn in, Kader a sînor nas nekir in” vekirin û dowîzên “ Şoreşa jinan li Rojava pêk tê” “”Şoreş dê bi jinên kul i ber xwe didin ve bê” hilgirtin. Li ser navê xwendekaran Esîn Burguç axivî û diyar kir ku ji Gazeyê heta Şengal û Kobanê, Sûriyeyê bedel aşerê emperyalîstan jin dikişînin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya xwendekaran bi stran û govendan bi dawî bû.
KOCAELÎ
Komîsyona Girtîgeh û Jinan a ÎHD’a Stenbolê û Nûnertiya Îzmîtê ya ÎHD’ê bi munasebeta rojê li ber Girtîgeha Gebzeyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Li hundir li derve ji şîdetê re na” hate vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî hate berzkirin. Di çalakiyê de Nûnera ÎHD’ê ya Îzmîtê Azîze Adiguzel axivî li dijî gotinên Serokomar Erdogan a di fitrata jin û zilaman de newekhevî nîne nerazîbûn nîşan da û got ku Erdogan dûrî feraseta wekheviyê ye.
Piştre ji ÎHD’a Stenbolê Sevîm Kalma axivî û bal kişand li ser girîngiya 25’ê Mijdarê. Kalman diyar kir ku di nava 10 mehên dawî de 235 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
DÎLOK
Pêkhateyên DOHK’ê yên Dîlokê bi munasebeta rojê meşek li dar xistin. Jinên ku li ber avahiya DBP’a Şahînbeyê kom bûn heta taxa Karayilanê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Jin jiyan azadî” “Bijî berxwedana Kobanê” “Şehîd Arîn namirin” hatin berzkirin. Jinan wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan dogan, Leyla Şaylemez, xwîşkên Mîrabel,Arîn Mîrkan û Kader Ortakaya hilgirtin. Piştî meşê Hevseroka DBP’ê ya Dîlokê Cahîde Mutlu axivî û diyar kir ku ew îro jî dijwariya şer hîs dikin. Mutlu bal kişand li ser berxwedana jinên YPJ’î yên li Rojava û got ku divê hemû jinên cihanê guh bidin bûyên tên jiyîn.