Li dijî tehdîta DAIŞ a li hemberî jinan çalakiya Çarşemê

Li dijî tehdîta DAIŞ a li hemberî jinan çalakiya Çarşemê

Meclîsa Jinan a HDK/HDP bi armanca piştgiriya jinên Şengal û Rojava re ku dest bi çalakiyên Çarşemê yên bi dirûşmaya “Wê jin rê nedin DAIŞ” pêk tînin vê hefteyê jî dewam kirin. Jinan li Galatasaray, Şîrînevler û Kadikoy daxuyanî dan.

Di çalakiya li Galatasaray li ser navê Meclîsa Jinan a HDK/HDP’ê ji bo şoreşa Rojava wiha hat gotin: “Li ber serê me Şoreşek pêk tê. Di pêşengiya jinan de şoreşeke jinan, şoreşeka azadiyê. Ev şoreş şoreşa me ye.”

Meclîsa Jinan a HDK/HDP bibîr xist ku çeteyên  DAIŞA di 3’ê Tebaxê de êrîşî Şengalê kirin. Jinên Êzidî revandin. Di bazarên koleyan de firotin û wiha dewam kir: “Bi tecawizê bi qetilkirina kesên li ber xwe didin bi awayekî giştî êrîşî her nirxên têkildarî ‘jintiyê, civakbûnê’ dikin û dixwazin tune bikin."

Meclîsa Jinan a HDK/HDP’ê bal kişand ser êrîşa Kobanê û peyama piştgiriyê da.

Meclîsa Jinan a HDK/HDP’ê diyar kir ku wê her Çarşem çalakiyên xwe bidomîn