Li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê didomin

Grevên birçîbûnê yên ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe li girtîgehan dest pê kirin di roja 52'an de didomin.

Grevên birçîbûnê yên ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe 27'ê Mijdarê ji hêla girtiyên siyasî ve 27'ê Mijdarê dest pê kirî, didomin.

Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya girtiyên PKK'yî û PAJK'î dest pê kirî di roa 52'an de bi koma 11'an didome.

Herr wiha greva birçîbûnê ya li Mexmûrê jî ji 18'ê Kanûnê û vir ve didome. Grêva birçîbûnê ya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kete roja 31'ê.

Li wargeha Lavrîo ya Yewnanîstanê jî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û zextên li ser girtîgan biqedin ev 14 roj in greva birçîbûnê heye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Kurdistanê a Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiyê li çalakiyê dikin.