Li dijî tecrîdê 3 girtiyên din ên komunîst dest bi greva birçîbûnê kirin

3 girtiyên ji doza MLKP û MLKP/KKO dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Ji 1’ê Adarê û vir ve li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê tên domandin.

3 girtiyên ji doza MLKP û MLKP/KKO dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Soner Çîçek li Girtîgeha Meletiyê, Ercan Gortaş li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê û Hatîce Dûman jî li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine. Çalakiya girtiyan di 10’ê Nîsanê de hatiye destpêkirin.

Girtiyên MLKP û MLKP/KKO Mûhabbet Kûrt, Hulya Gerçek, Alî Haydar Saygili û Aydin Akyuz jî ji 1’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.