'Li dijî şer û mêtîngeriyê em ê 1’ê Gulanê dakevin qadan!'
Sendikayên DİSK, KESK, TMMOB û TTB’ê ragihandin ku ji bo welatekî bê şer û mêtîngerî wê bi milyonan li qadan bin.
Sendikayên DİSK, KESK, TMMOB û TTB’ê ragihandin ku ji bo welatekî bê şer û mêtîngerî wê bi milyonan li qadan bin.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyê (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeya Muhendis û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), li navenda giştî ya DİSK’ê bernameya xwe ya 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin.
Seroka giştî ya DİSK’ê Arzu Çerkezoglu di civînê de axivî û diyar kir ku wê 1’ê Gulanê bi karkeran re mil bi mil daxwazên xwe yê welatekî bi aram bîqêrin. Çerkezoglu da zanîn ku wê di serî de li Taksîmê qada 1’ê Gulanê, li her çar aliyên welêt bi hestên yekîtî, têkoşîn û tevkariyê vê rojê pîroz bikin; nerazîbûnên xwe yên li dijî newekhevî, şer û xizaniyê biqîrin.
Çerkezoglu bang li her kesî kir ku roja 1’ê Gulanê dakevin qadan û diyar kir ku ji bo qada 1’ê Gulanê ya Taksîmê serlêdan kirine lê hê bersiv negirtine.