Polîsên ku xwestîn çalakiya ku ji aliyê Însiyatîfa Stopp Îsolatîon Bern (Îzolasyonê Rawestînin) ve hatî lidarxistin asteng bikin, bi ava bi şid û gaza biberê êrîşî çalak geran kirin.
Çalakgeran xwestin ji Raîghalleyê hetanî li navenda bajêr û ber Parlementoya Netewiya Swîsreyê bimeşin. Piştî êrîşa polîsan çalakgeran dest bi çalakiya bê îtiatîya sivîl kirin û demek dirêj rê girtin. Li vir li ser hev dirûşmeyên li dijî polîtîkaya dewletên Ewropa ya li dijî koçberan berz kirin û ji aliyê aktîvîstan ve axaftin hatin kirin.
Li bajarê Baselê jî bi heman armancê li xalên girîng ên bajêr aktîvîstan çalakiya hildana pankartan kirin.