Li dijî komkujiyên Parîs û Kerkûkê çalakiyekî hevpar ya Kurdan

Li dijî komkujiyên Parîs û Kerkûkê çalakiyekî hevpar ya Kurdan

Li bajarê Goteborg yê Swêdê qetilkirina 3 jinên Kurd li Parîsê, komkujiyên bombeyî yên li dijî Başûrê Kurdistanê û êrîşên çeteyên li dijî Serêkaniyê ji aliyê rêxistin û Partiyên Kurd ve bi çalakiyekî hevpar hate protesto kirin. Hate daxwazkirin ku demek ji demekê zûtir pêkûtî, operasyon û komkujiyên li dijî Kurdan bêne rawestandin.

Xwepêşandana ku li ser banga PKK’ê, PDK’a Îranê, PÇDK, PYD, Goran û Komaleyê pêkhat, di demjimêr 14.00’an roja Şemiyê li Qada Gotaplatsê destpê kir. Di destê Kurdên ji çarparçeyên Kurdistanê pankart û û dowîzên komkujiyên Parîs û Kerkûkê protesto dikin, alên PKK’ê û posterên mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Bi dirêjahiya meşê sloganên ku hikumeta Îran û Tirk protesto dikirin û komkujiyên Parîs û Kerkûkê nelet dikin hatin avêtin. Kurdistaniyên ku sloganên daxwaz kirin ku darvekirinên li Îranê bên rawestandin jî qîriyan, her wiha danezanên ku rayagiştî di derbarê çalakiya xwe de agahdar bikin jî hatin belavkirin. Heman demê de di çarçoveya kampanya “Ji Ocalan re Azadî” îmze hatin komkirin.

Çalakvanên ku hatin Brunnparkenê li vir li ser bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê di encama sûîqestekê de hatin qetilkirin û kesên di êrîşên bombeyî yên li Kerkûkê de jiyana xwe ji destdayîn deqîqeyek ya rêzgirtinê hate kirin. Piştre nûnerên Partî û rêxistinên ku meş organîze kirîn, axivîn û balkişandine ser ku di van demên dawî de êrîşên çekdarî û bombeyî li dijî gelê Kurd zêdebûne, bang li hemû Kurdistaniyan kirin ku, li dijî van êrîşan bibin yek û tekoşîna xwe bi hev re bidin meşandin.

Axaftvana da diyarkirin ku, pêkûtî û êrîşên çêdibin Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê neçar dike ku bibin yek. Her wiha di axaftinên hatine kirin de hate gotin ku, komkujî û sûîqestên çêdibin gelê Kurd paşde naxînin, berevajiyê wê li dijî hêzên mêtînger hêrsê, nefretê û tekoşînê zêdetir dike.

Di çalakiyê de bang li hikumeta Îranê jî hate kirin ku, dest ji pêkûtî û êrîşên li ser Kurdan berde, di serî de Zanyar û Lokman Mûradî hemû darvekirinên li dijî Kurd û şoreşgeran rabike.

Xwepêşandan bi sloganên ku komkujî şermezar dikirin û daxwaza rakirina cezayên darvekirinê yên Îranê dikirin bidawî bû.