Li dijî karegeheke AKP’yiyan çalakiya sabotajê

Yekîneyên Tolhildanê li Bûrsayê li dijî kargeheke AKP’yiyan çalakiya sabotajê li dar xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya îro ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ve hatî dayîn de wiha hate gotin:

“Endamên me roja 25’ê Adarê di saetên nîvro de li rêya Vîşne ya li navçeya Yildirim a navenda Bûrsayê, li dijî kargeha tekstîl ya 3 qat ya AKP’yiyan çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiya me de kargeha tekstîl hat rewşek wisa ku neyê bikaranîn.

Hemû dijminên kurdan yên ji kaseya şer a AKP-MHP dixwin û hemû hevkarên wan her tim û li her cihî wê bibin hedefa me.”