ANALÎZ

Li dijî faşîzmê û komployê, na

Referandûma 16’ê Nîsanê her çendî li gorî çarçoweya demokratîk ne rewa be jî, ji hêla siberoja civaka Tirkiyê ve ew çend girîng e.

Beriya18 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15‘ê Sibata sala 1999‘an de ji Kenyayê hat revandin û birin Îmraliyê. Ev komploya navneteweyî îsal dikeve sala 19‘an. Rêber Abdullah Ocalan ev 18 sal in di bin pergala zext û zordariyê ya Îmraliyê de tê girtin. 18 sal in gelê Kurd û hêzên demokratîk li dijî komploya 15‘ê Sibatê ku rejîma faşîst ya 12‘ê Îlonê plan kirî, têkoşîna demokrasiyê didin. Di salvegera 18‘an de li dijî komploya 15‘ê Sibatê ya ku gelê Kurd wek Roja Reş bi nav kirî, çalakiyên protestoyî li Kurdistan, Ewrûpa û li çar hêlên cîhanê hîn bi hêztir û berfirehtir berdewam dikin. Em di serî de Meşa Mezin a 11‘ê Sibatê ya Ewrûpayê û wan çalakiyên azadiyê bi tevahî silav dikin, di têkoşîna li dijî komployê ya sala 19‘an de serkeftinê ji herkesî re dixwazin.

Pakêta guherandina destûra bingehîn a ji aliyê faşîzma AKP-MHP‘ê ve hatî amadekirin ji aliyê Tayîp Erdogan ve hat îmzekirin û Tirkiye ketiye pêvajoya referandumeke nû. Roja referandumê jî wek 16‘ê Nîsanê hatiye destnîşankirin. Wisa xuya ye ku wê siberoja Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî di 16‘ê Nîsanê de bête diyarkirin. Eger di referandumê de guhertina ku behsa wê tê kirin bête erêkirin, wê faşîzma AKP-MHP‘ê rejîma 12‘ê Îlonê restore bikin, hîn zeximtir bikin û veguherînin dîktatoriya takekesî ya şerxwaz û tevkujer. Na, eger di referandûma 16‘ê Nîsanê de piraniya civakê bêje NA, wê demê di nûnertiya faşîzma AKP-MHP‘ê de wê rejîma 12‘ê Îlonê têk biçe û Tirkiyeya demokratîk li ser esasên azadiya Kurdan pêk were.  

Referanduma 16‘ê Nîsanê her çiqas ji aliyê pîvanên demokratîk ve ne rewa be jî, ji aliyê siberoja civaka Tirkiyeyê ve ewqas girîng e. Di heman demê de ji bo qedera Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî jî hinde girîng e. Ji ber vê sedemê ye ku herdu kes, bi xwestekeke mezin û bi bikaranîna derfetên dewletê kampanyaya ‚Erê’dane destpêkirin. Hêj ji roja ewil ve, derket holê ku wê Tayîp Erdogan di kampanyayê de demogojî û zextê pêkve bikar bîne. Wê xwe bispêre rejîma Rewşa Awarte û li ser dijberên xwe serî li her cure zext û terorê bide. Wisa jî diyar e ku wê derfeta kampanyayeke demokratîk nebe û referandumeke adil jî li dar nekeve. Dîsa jî diyar e ku wê li ser bingeha edebiyata -welat, milet sakarya- û bi dijminahiya dijwar a gelê Kurd ve hewl bide ku civaka Tirkiyeyê bixapîne.    

Her çiqas di demên buhurî de xeteriya rêveberiya AKP‘ê ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve baş nehatibe dîtin jî, bi taybetî piştî îtifaqa li gel Devlet Bahçelî, civaka Tirkiyeyê xeteriya AKP‘ê bi awayekî giştî dîtiye û li ser vê bingehê jî bi girîngiya referanduma 16‘ê Nîsanê hesiyaye. Di vê çarçoveyê de jî, bi destpêka pêvajoya referandumê re ji aliyê derdorên cûrbicûr yên civakê ve daxuyaniyên ji Faşîzma AKP-MHP ê re NA bilind bûye. Her diçe kampanyaya NA‘yê ya ku xewnên Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî diherimîne derdikeve holê.  

Hîn di destpêka pêvajoya referandumê de jî enîya NA‘yê pir zexm e û pir rengîn e. Her kesê ku li dijî îtifaqa Erdogan û Bahçelî ye referanduma 16‘ê Nîsanê wek fersend dibîne û di nav kanpanyaya NA‘yê de cih digire. Hêzên demokratîk û şoreşger yên Tirkiyeyê referanduma 16‘ê Nîsanê vediguhêzine parçeyek ji têkoşîna şoreşa demokratîk û ji Faşîzmê re NA dibêjin. Di serî de HDP û ODP û tevahiya hêzên siyasi û demokratîk wek eniyeke rêkxistî pêşengiyê ji kampanyaya NA‘yê re dikin. Rêxistinên jinan, ji ber ku dizanin ku wê dîktatoriya faşîst ya li ser bingeha desthilata mêrî wê ji her kesî bêtir zilmê li wan bike, kampanyaya ku Jin Dibêjin NA dane destpêkirin. Rêxistinên ciwanan ji niha ve bûne pêşengên çalak û aktif yên kampanyayê. Di serî de sendîka, tevahiya saziyên civakî yên demokratîk û CHP, Kurd, Elewî û tevahiya bindestan di kampanyaya NA‘yê de bûne yek. Wisa diyar bûye ku wê qismek ji MHP‘ê, beşek ji AKP‘ê, dîsa Partiya Saadetê û BBP jî li dijî îtifaqa Erdogan û Bahçelî bêjin NA.

Gelê Kurd û dostên wan li aliyekî komploya 15‘ê Sibatê ya navneteweyî rûreş dikin û li aliyê din çalakiyên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin, di heman demê de jî li ser bingeha referanduma 16‘ê Nîsanê kampanyaya NA‘yê li dijî faşîzma AKP-MHP‘ê bilind dikin. Çalakiyên gelê Kurd yên li dijî komployê û kampanyaya NA‘yê pêkve bi pêş dikeve. Gelê Kurd wê mehên destpêkê yên sala 19‘an a komployê di nav kampanyaya ‚Ji faşîzma AKP-MHP‘ê re NA‘de derbas bikin. Ango ji komplo û ji faşîzmê re bêjin NA. Lewre îro komploya navneteweyî bi awayekî hovane û li ser bingeha dijminahiya gelê Kurd herî zêde faşîzma AKP-MHP‘ê dixwaze berdewam bike. Her wiha têkoşîna li dijî komploya navneteweyî tê wateya têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP‘ê jî.

Me heftêya buhurî nivîsîbû, lê ji ber girîngiya babetê divê em bêtir li ser bisekinin. A yekê, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê berfirehiya eniya NA‘yê ne zeyîf e, berevajî wê rewşa hêzdariyê îfade dike. Lewre divê her kesê di eniya NA‘yêde cih digire ji vêna nerehet nebe, divê dilrehet be û hêzê wergire. Dîsa divê rê bête vekirin ku her kes bikare li ser bingeha îddia û argûmenta xwe kampanya NA‘yê bi rê ve bibe û divê her alî hevdu destek bikin. Divê ti hêz NA‘yê weke argûmenta xwe nespêre û li ser yên din ferz neke. Lewre hewldaneke wiha di dawiyê de kampanyaya NA‘yê zeyîf dike û xizmeta AKP-MHP‘ê dike. Her wiha sirûştî ye ku her hêz li gorî îdia û sedemên xwe bêje na. Lewre nakokiya her hêz û kesî ya li dijî faşîzma AKP-MHP‘ê jî cuda ye û mebesta têkoşîna li dijî wan jî cihêreng e. Ji bo rûxandina faşîzma AKP-MHP‘ê ya di referandumê de lebata li ser vê bingehê girîng û merc e.
Ya duyemîn, rêveberên AKP-MHP‘ê wê bixwazin tim eniya NA‘yê parçe bikin û di nav hev de bidin şerkirin. Ji bo vê jî wê serî li her cure derew, hîle û demogojiyê bidin. Divê tevahiya hêzên alîgirên NA‘yê vêna ji destpêkê ve bizanin û li gorî vê di nav tevgerîn û helwesteke baldarî de bin. 

Ya sêyemîn jî, divê tevahiya hêzên demokratîk-şoreşger hevkarî û yekîtiya di nav xwe de hêzdar bikin û pêşengiya kampanyayê bi dest bigirin. Serkeftina kampanya NA‘yê ya di referandumê de encax bi pêşengiyeke wiha pêkan e. Lewre, encax pêşengiya hêzên demokratîk-şoreşger dikare kampanyaya NA‘yê bi armancên rastîn yên demokratîk ve girêbide û yekîtiya hêzên alîgirên NA‘yê pêkbîne.

A çaremîn, divê kampanyaya NA‘yê ya referandumê bi dengdayînê ve neyê bi sinorkirin, referandum wek parçeyek ji têkoşîna li dijî faşîzmê bê dîtin, her cure rêbazên antî faşîst bên bikaranîn û serkeftina referandumê ji bo rûxandina faşîzma AKP-MHP‘ê bête veguhestin. Lewre encex nêzîkbûneke wiha dikare kampanyayê bi ser bixe û bibe xwediyê serkeftinê. Dîsa, encex bi têkoşîneke piralî êrîşên faşîzma AKP-MHP‘ê dikare bête şikênandin. Pê ve girêdayî gel dikare çalakiyên siyasî li dar bixe û bi hêsanî dengê xwe bide û dengê xwe jî biparêze. 

Wek gotina dawiyê; divê her kesê ku li dijî dîktatoriya faşîst, alîgirê Tirkiyeya demokratîk e ango her kesê ku wê di referanduma 16 ê Nîsanê de bêje NA, beriya her tiştî bawer be ku di referanduma 16‘ê Nîsanê de dîktatoriya Erdogan û Bahçelî têkbiçin. Bi rastî jî, ji bo gelên Tirkiyeyê, tevahiya bindestan û hêzên demokratîk referanduma 16‘ê Nîsanê di rûxandina faşîzmê û serkeftina şoreşa demokratîk de fersendeke mezin e. Divê bikaranîna vê şans û fersendê baş bête zanîn û faşîzma AKP-MHP‘ê di 16‘ê Nîsanê de di sindoqa referandumê de bête fetisandin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA