Bêguman operasyonên girtinê yên li dijî HDP'ê û hevserokên DBP'ê, parlamenter û hevşaredaran hatî destpêkirin xelaka dawiyê ya ku AKP'ê di 24'ê Tîrmehê de dabû destpêkirin e. Wisa têgihiştin ku AKP ji bo navê partîgirtinê nekeve ser, HDP û DBP ê bi awayekî fermî nagire. Lê rêveberên bajar û navçeyan, yên navenda giştî zindanî dike,ku herdu partî jî nekarin bixebitin. Sirûştî ye ku rêxistin û alîgirên HDP û DBP'yî, tevahiya bindestan û hêzên demokratîk jî li dijî êrîşên faşîst û komkujer li her derê li ber xwe didin.
Wek tê zanîn êrîşa topyekûn a faşîst ya AKP'ê di 24'ê Tîrmehê de bi êrîşên hewayî yên li dijî gerîla û li hemberê siyaseta demokratîk jî wek operasyonên qirkirinê dest pê kirin. Di vê navberê de ji bo afirandina bingeha êrîşên komkujer û faşîst qetlîamên DAÎŞ'ê jî hatin bikaranîn. Pêşî li çiyan gerîla hat bombekirin, li bajaran rêveberên HDP û DBP'ê hatin girtin, qetlîamên DAÎŞ'ê hatin bikaranîn û bi taybetî jî navenda giştî ya HDP'ê jî tê de xaniyên HDP'ê yên bajar û navçeyan bûne armanca êrîşan, hatin rûxandin û şewitandin û bingeha cuntaya 1'ê Mijdarê hat sazkirin. Li dû zeftkirina desthilatê ya piştî 1'ê Mijdarê jî li hemberê Kurdan û tevahiya hêzên demokratîk ketîn nav êrîşeke seranser.
Desthilata AKP'ê di dîrokê de ya herî zêde qetlîama Kurdan kiriye ye. Şewitandin û rûxandinên ku li Cîzîr û Sûrê dest pê kirîn, êrîşên hovane yên li dijî tevahiya nirxên Kurdan di tevahiya dîrokê de bê emsal in. Gava Kurd û hêzên demokratîk li hemberê wehşeteke wiha li ber xwe dayîn û hikûmeta Davutoglu têkçû, wisa jî rêveberiya Erdogan hat keviya ketênê. Hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û OHAL (Rêveberiya Rewşa Awerte) xwe gihand hawara wan. Şerê ku bi navê DAÎŞ'ê li dijî Kurdan hat kirin, bi navê li dijî FETO yan jî seranser vergerandin komkujiya Kurdan.
Li tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li terora komkujer û faşîst a li ser gelê Kurd, li êrîşên topyekûn û îmhakirinê yên li dijî hêzên azadiyê yên gelê Kurd, êrîşên îmhakirina topyekûn yên li ser siyaseta demokratîk jî hatîn zêdekirin. Pêşî mafên destlênedanê yên parlamenteran hatin rakirin, dûv re bi tayînkirina qayuman re şaredariyên DBP'yî hatîn dagirkirin, çapameniya azad bi tevahî hat qedexekirin, wek xeleka dawiyê jî, li dijî rêveberên HDP û DBP yî jî ev operasyonên navborî yên girtinê dan destpêkirin. Operasyonên qirkirina siyasî yên bi girtinên rêveberên bajar û navçeyan hatîn destpêkirin, bi operasyonên dawiyê re jî, gihiştin asta girtina hevşaredar û rêveberên navendî.
Bêguman ji bo girtinên dawiyê biwêja - dilopa eniyê - jî sivik dimîne. Lewre qetlîamên faşîst ji mêj ve gihiştine heta qirikê. Ya qewimiye ev e, girtinên dawiyê yên rêveberên HDP û DBP'yî li ser gel bandora hişyariyê kirine. Ji ber vê hişyariyê, gelê Kurd û dostên wî, ji bo xwedîderketina îradeya xwe ya siyasî û demokratîk li her qadê li dijî faşîzma AKP'ê ketîn nav berxwedanê. Di deh rojên dawiyê de bajarên bakurê Kurdistanê dibin qada çalakiyên girseyî. Çalakiyên berxwedanê yên li dijî faşîzma AKP'ê sînorên bakurê Kurdistanê jî derbas dikin, parçeyên din, metropolên Tirkiyeyê û li bajarên Ewrûpayê jî belav dibin.
Rojên dawiyê, berxwedana li dijî faşîzma AKP'ê li her derê ye. Di nav çalakiyên berxwedanê de, di serî de jin û ciwan,ji her aliyên civakê beşdarî çêdibe. Dîsa di van berxwedanên navborî de li gel ku Kurd pêşengî dikin jî, hemû gel beşdar dibin. Mirov dikare bêje ku, mîna - Roja Kobanê Ya Cîhanê - dikeve rojevê. Di rastiyê de ev çalakiyên girseyî, di destpêka îlonê de, li hemberê tecrîda li Îmraliyê û li dijî nezelalîya Îmraliyê hatibû geşkirin. Li dorê çalakiyên greva birçîbûnê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bihêz yên demokratîk yên gelan derketibûne holê.
Me dît ku çalakiyên di destpêka îlonê de çawa faşîzma AKP'ê xist nav tirs û sawdariyeke mezin. Ji ber wê ye ku di 11'ê Îlonê de Rêberê Gelê Kurd bi birayê wî re dan axaftin û xwestin pêşî li çalakiyên gel yên navborî bigirin. Ji wê jî îstifade kirin û zextên xwe yên li ser çapameniya azad, sîyaseta demokratîk û li ser gel zêde kirin. Girseyên gel yên ji vê rewşê agahdar û hişyarbûyî jî, bi bandora girtina hevserokan jî ketin nav çalakiyên dawiyê.
Bêguman sedemên piralî yên berxwedanên demokratîk yên gel yên li dijî faşîzma AKP'ê ku li her derê pêş dikevin hene. A yekê, êdî ji aliyê gel ve girîngiya hevgirtina topyekûn a li dijî êrîşên faşîst yên topyekûn hatiye fêmkirin. Kurdan û gelên li Tirkiyeyê vê rastiyê di nav jiyanê de dîtine. Bêdeng nebe, çiqas bêdeng bî, wê dor bê ser te jî!...Pir zelal e ku li hemberê êrîşkariya faşîst bêdengî nabe, paş ve gav nayê avêtin û çeper nayên terikandin. Her çeperên berxwedanê heta guleya dawiyê wê bê parastin. Li dijî faşîzmê berxwedan, her dem û bi tevahî berxwedan pêwîst e.
Divê bê zanîn ku sedemê rejîma AKP'ê heta niha li ser piyan maye jî, jiber berxwedana hevgirtî ya pêwîst nehatiye nîşandayîn e. Bêguman li dijî dîktatoriya komkujer û faşîst a AKP'ê berxwedanên bêhempa û bi qehremanî hatîn nîşandayîn. Nedîtina wan an jî payenedana mezinahiya wan, tekes ne niyet û hizra me ye. Berevajî, em berxwedanên navborî silav dikin û şehîdên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Lê rastî ye ku berxwedan biryardariyeke têrbar nahewînin, parçe parçe ye û hebûna derdorên bêdeng jî rastî ne. Vaye hat dîtin ku ev helwest serkeftinê nayne û li dijî faşîzma AKP'ê berxwedaneke hevgirtî tê himatê.
Sedemê duduyan jî, di serî de Kurd û wisa jî tevahiya gelan û hêzên demokratîk dibînin ku siberoja AKP'ê nîne û dawiya wê hêdî jî be tê dîtin. Bi vîn û îradeya ji vê hêzê hatî girtin û bi hêvî û evîna serkeftinê ve girseyên xurt li her derê, li dijî faşîzma AKP'ê dikevin nav berxwedanê. Bi rastî jî, hêza AKP'ê ya siberojê a îdeolojîk û stratejîk nîne. Xwediyê hêz û kiryara qetlîman e, divê kes bi vê rewşê nexape. Nûbûyîn û hêza jiyandinê ya îdeolojiya ku AKP temsîl dike, nîne. Her wiha dawiya desthilata AKP ê nêzîk e. Ji xwe sedemê van êrîşên hovane jî ev in. Bi terora dewletê û bi qetlîaman hewl dide temenê desthilata xwe dirêj bike.
Ev rastiyên vekirî û zelal in ku Kurd nasyonalîstiya nijadperest û şoven qebûl nakin, desthilateke olperest jî, pergala kapîtalîst jî ya kû du sed sal in Tirkiye li ser bingeha laîsîzmê sazkar dike, qebûl nake. Faşîzma AKP'ê ya senteza Tirk û Îslamê ji xwe re esas digire, ne pêkan e van hêzên navborî têkbibe û îdeolojiya xwe serdest bike. Siberoja nasyonalîstiya olpereset di cîhana me ya îro de û li rojhelata navîn jî nîne.
Li aliyê din jî, berdewamkirina statûkoya netewe dewletan a li Rojhelata Navîn jî di roja me de ne pêkan e. Gelê Kurd û Ereb stratejiya navborî tic aran qebûl nekirine û di van 90 salan de bi awayên cûr bi cûr jî li ber xwe dane. Sermayedariya global jî di roja me de vê statûkoya netewe dewletê qebûl nake û li pêş qanûna qezanca herîkêm wek astengiyê dibîne. Ji xwe sedemê mûdaxeleya wê ya çaryek sedsalî a li Rojhelata Navîn jî ev e. Her wisa, berdewamkirina stratejiya ku gelên Kurd û Ereb qebûl nekin û hêzên sermayeya global jî dixwazin xwe jê rizgar bikin, AKP nikare temenê wê dirêjtir bike.
Tê dîtin ku him îdeolojîk him jî ji aliyê stratejîk ve siberoja faşîzma AKP'ê nîne û dawiya wê nezîk e. Komkujî û êrîşên taktîkî yên hikûmeta Bînalî Yildirim nikare encama vê rewşê biguherîne. Rêveberiya Tayîp Erdogan û AKP'ê her kêlî dikare bikeve. Vaye gel vê rastiyê dibînin û berxwedana girseyî ya li dijî faşîzma AKP'ê li ser vê bingehê bi pêş dikeve. Her wiha siberoja berxwedanên gel yên navborî ronak û serkeftina wê jî nêzîk e.
ÇAVKANÎ: Yeni Ozgur Politika