‘Li dijî êrîşên faşîst em li Stûttgart û Hannoverê werin cem hev’
Platforma Mafên Sereke û Azadiyan diyar got ku ew bibin yek dikarin bibin bersiv û bang kir ku her kes tevlî meşa Stûttgart û Hannoverê bibe.
Platforma Mafên Sereke û Azadiyan diyar got ku ew bibin yek dikarin bibin bersiv û bang kir ku her kes tevlî meşa Stûttgart û Hannoverê bibe.
Platforma Mafên Sereke û Azadiyan bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku her kes tevlî meşa Stûttgart û Hannoverê bibe.
Di daxuyaniyê de êrîşên giştî yên faşîzmê û giringiya yekîtiya têkoşînê ya hêzên demokrasiyê hate destnîşankirin.
‘DIVÊ EM BIBIN YEK Û BERSIVÊ BIDIN'
Di daxuyaniyê de kirinên faşîst ên Tirkiyê yên li Kurdistanê û her wiha polîtîkayên Elmanya û welatên Ewropayê yên li ser mafên demokratîk û azadiyan ên bi mebesta desteserkirinê hatin destnîşankirin, bi taybetî jî qedexeya Elmanya ya li ser sembol û nirxên partî û sazî û dezgehên Kurdan, qedexeya li ser posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PYG, YPG, YPJ hate destnîşankirin û hate gotin bi meş û mîtîngan ew ê van qedexeyan û êrîşên faşîst ên dewleta Tirk qebûl nekin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, ‘’Çawa ku li Tirkiyê û Kurdistanê me serê xwe ji faşîzmê re netewandiye em ê ji hevkarên faşîzmê re, li dijî êrîşên dewletên Ewropa jî, ku di serê wan de Elmanya heye serê xwe netewînin û bi têkoşîna xwe êrîşên wan pûç bikin.’’
BANGA TEVLÊBÛNÊ
Platformê got, ‘’Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk, hemû derdorên alîgirê demokrasiyêû azadiyê, bang li hemû sazî û dezgehên dij faşîst dikin kut evlî meşa li Stûttgart û Hannoverê bibin.’’
Di daxuyaniyê e hate gotin Belçîka, Hollanda, Fransa, Swîsre û û başûr û hêla navîn a Elmanya wê tevlî meşa Stûttgartê bibe û bajarên li eyaletên bakur ên Elmanya jî wê tevlî meşa Hannoverê bibin.’’