'Li dijî dewleta Tirk û NATO'yê, 27'ê Adarê em li Brukselê bin'

Platforma Xwedîderketina li Efrînê ji bo meşa 27'ê Adarê ya li Brukselê ku wê NATO lê bê şermezarkirin, banga tevlîbûnê kir.

Platforma Xwedîderketina li Efrînê, li ser meş û mîtînga navendîyıa 27'ê Adarê ya li Brukselê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê 27'ê Adarê bi beşdariya deh hezaran kesî li Brukselê NATO'yê protesto bikin û hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst, tevî desteka hêzên navneteweyî û bêdengiya saziyan, bi hemû derfet û çekên NATO'yê li Efrînê komkujiyan dike.

Duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê bi desteka eşkere ya Rûsyayê li Efrînê qirkirinê dike. Ji komkujiya sivîlan ku bi hemû derfetên NATO'yê tê kirin, NATO yekser berpirsyar e."

Platformê diyar kir ku gelê Efrînê bi berxwedana xwe ya serdemê, dewletên emperyalîst û dewleta Tirk a faşîst ku maşika wan e matmayî hiştiye û destnîşan kir ku wezîfeya wan e ew planên bi xwîn ên saziyên navneteweyî û dewletên emperyalîst ji hev bixin.

Platformê da xuyakirin ku ji bo pêşî li Erdoğan ê kujer were girtin, divê ew her derê bikin qada berxwedanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em weke Kurdistanî, Tirkiyeyî, Belçîkî û tevgerên aştiyê û antî faşîst, ji bo bibin dengê gelê Efrînê em ê 27'ê Adarê li Brukselê bin.

Ji bo pêşîgirtina li şerê NATO'yê yê li Efrînê bang li dijberên şer ên Belçîkî, alîgirêna aştiyê, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, antî-faşîst, siyasetmedar û tevgerên jinan hate kirin ku 27'ê Mijdarê tevlî meşa wan a navendî ya li Brukselê bibin.

Her wiha hate gotin, "Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku 27'ê Adarê li Brukselê bin û tevlî çalakiya ji bo şermezarkirina NATO'yê bibin."

Platformê ragihand, meş û mîtînga 27'ê Adarê wê saet 12'an li Place Rogier Bruxellesê dest pê bike.