'Li dijî desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAÎŞ'ê tedbîr divê'

Parlamenterê Swêdî Marcûs Wîechel ji bo li dijî Tirkiyeyê û welatên din ên destekê didin DAÎŞ'ê tedbîr bên wergirtin daxwaza avakirina koalîsyoneke navneteweyî kir.

Parlamenter Marcûs Wîechel pêşnûmeyeke nivîskî pêşkêşî parlamentê kir û ji bo lêkolînkirina têkiliya Tirkiyeyê û welatên din ên destekê didin çeteyên DAÎŞ'ê, Swêd bi însiyatîf tevbigere ku koalîsyoneke navneteweyî bê avakirin.

Wîechel bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi rêk û pêk zext li hindikahiyan û nêrînên cuda tê kirin û got, "Tirkiye bi dagirkirina welatên cîran hiqûqa navneteweyî binpê dike û pêkanînên xwe yên li Sûriyeyê pêkanînên emperyalîzmê ne."

Diyar kir ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de têkiliya dewleta Tirk a bi çeteyên DAÎŞ'ê re bêhtir eşkere bû.

Wîechel anî ziman, tê zanîn ku Tirkiye li Idlibê piştevaniya çeteyên El Qaîdeyê dike û got, "Cîhadperestên biyanî ji bo beşdarî xelîfetî û rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê bibin Tirkiye weke welatekî transît bi kar anîn û ya herî girîng jî Kurd û sivîlên ji DAÎŞ'ê reviyan li sînorê Tirkiyeyê hatin rawestandin. Hêzên ewlekariya sînor fîşek li hin ji wan reşandin."

Wîechel destnîşan kir ku DAÎŞ'ê petrol û hin tiştên din firot Tirkiyeyê ku ev yek çavkaniya bingehîn a hatineya rêxistina terorê ye.