Li dijî darbeyê: Em teslîm nabin, desthilat wê bihêrife!

Saziyan li dijî darbeya li ser Meclîsa Tirk daxuyanî dan, gotin vîna bi milyonan hatiye desteserkirin û peyama berxwedanê dan.

Bi darbeya AKP-MHP'ê wekîltiya parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û  Mûsa Farisogullari û ya wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu hate betalkirin.
Saziyan li dijî vê darbeya li vîna gel daxuyanî dan û peyama berxwedanê dan.

'DEMA HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ YE'

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya Ewropayê, hêzên demokratîk ên xwecih û penaberan kir ku bi çalakî têbikoşin û got, ''Faşîzm tenê bi berxwedana giştî dikare were sekinandin. Dema berxwedan û hilweşandina faşîzmê ye.''

WÊ TINEKIRINA DESTKEFTIYAN NEYÊ QEBÛLKIRIN

Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Kamûyê (KESK) jî li diji darbeya li ser vîna gel daxuyanî da û got, ''Gelên me û kedkar wê li vîna xwe xwedî derkevin, wê ti carî qebûl nekin ku nirxên demokratîk ên ku bi têkoşîna bi sedan salan bi dest ve hatine bi carekê ji holê werin rakirin.''

'BLOKA DEMOKRATÎK XURT BIKIN'

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî b daxuyaniyekê helwesta xwe li dîjî girtina 2 wekîlên HDP'ê û 1 welîlê CHP'ê nîşan da û got, ''Têkoşîna gelan û jinan wê teslîmî van polîtîkayên faşîst nebe, rajêrî van polîtîkayan nebe'' û bang li hemû jin û parêzvanên mafê mirovan kir ku bloka demokratîk xurt bikin û tora berxwedanê geş bikin.