Li dijî DAIŞ'ê sîstema jinê

Li dijî DAIŞ'ê sîstema jinê

Li Çiyayê Şengalê, ji bo nirxandina pirsgirêkên jinan û peydakirina rêbazên çareseriyê, hin rêze civîn hatin lidarxistin. Netewî Xemgîn di civînên bi pêşengiya TEV-DA'yê de axivî û got, "Tevî mercên zehmet ên li çiyayê Şengalê jî, jin wê bi rêxistinbûyîn û avakirina sîstema xwe re têkoşîna xwe ya herî mezin bidomîne."

Li Çiyayê Şengalê li ser pirsgirêkên jinan, hin rêze civîn hatin lidarxistin. Di civînên 18-19'ê Mijdarê yên li Çiyayê Şengalê de her wiha Meclîsên Kampê yên Jinan jî hatin avakirin. Civîn rastî eleqeyeke mezin a jinan hatin.

Ji rêveberên TEV-DA'yê Netewî Xemgîn li civînê axivî û bang li jinên Êzidî yên li gel zor û zehmetiyên li Şengalê têdikoş e kir, ku li dijî tûndiya li hemberî jinê jî li ber xwe bidin.

Xemgîn da zanîn ku jin afirînera jiyanê ye û got, "Îro çeteyên DAIŞ'ê bi hezaran jinên Êzidî dîl girtine. Bi dehan jinên teslîmiyet qebûl nekirin, dawî li jiyana xwe anîn. Tevî şert û mercên zehmet ên li çiyayê Şengalê jî, jin wê bi rêxistinbûyîn û avakirina sîstema xwe re, têkoşîna xwe ya herî mezin bidomînin."

Xemgîn diyar kir ku li her kampê avakirina meclîsên jinan, di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de gelekî girîng e û got, "Jin divê êdî di nava civakê e bibin xwedî gotin."

Jinên Şengalî jî dan xuyakirin, ku wê jin heta dawiyê Şengalê biparêzin. Jinên Şengalî ragihandin ku jin êdî hişyar bûne û destnîşan kirin ku ew ê bi şerê xwe yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê re şîdeta li dijî jinê bisekinînin.