Li dijî dagirkeriyê 'nobeda demokrasiyê'

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Başûrê Kurdistanê û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 'nobeda demokrasiyê' bê girtin. Kurdistanî û dostên wan wê bi vê armancê 3 rojan bikevin greva birçîbûnê.

23'ê Nîsanê roja Duşemê wê li ber dêra hilweşiyayî ya li meydana Kurfuerstendamm a paytexta Elmanya Berlînê çalakî bên lidarxistin û 5 rojan bidomin. Di çalakiyan de wê dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Başûrê Kurdistanê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin şermezarkirin.

Kurdistanî wê tevî dostên xwe heta roja Înê her roj saet navbera 12:00-18:00 bi navê 'nobeda demokrasiyê' çalakiyan bikin. Komek ji çalakgeran jî ji bo qedandina tecrîd û dagirkeriyê wê bikevin greva birçîbûnê. Grev wê 3 rojan dewam bike.

Ji bo raya giştî ya Elman bê agahdarkirin wê heyet bên amadekirin û heyet wê serdana saziyan bike. Li gel xwepêşandanên muzîk û govendê, wê civîn jî werin lidarxistin.

Komîteya amadekar daxuyaniyek da û got, "Her kesên alîgirê jiyaneke însanî ye û naxwazin di nava tarîtiya serdema navîn de bijîn, divê tevlî nobeda me ya demokrasiyê bibin."