Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûn zêde dibin
Êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, yên bi ser Efrînê de ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê ve tê protesto kirin.
Êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, yên bi ser Efrînê de ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê ve tê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgirîdayîna Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li gelek navendên Elmanyayê daketin qadan. Kurdistaniyan di çalakiyan de diyar kirin ku dewleta Elman bi tangên ku dide dewleta Tirk li Efrînê komkujiyan pêk tîne û Elmanya niha jî bi daxwaza Tirkiyeyê saziyên Kurd krîmînalîze dike. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî serdegiritna Weşanxaneya Mezopotamyayê dan û faşîzma Erdogan li Ewropayê şermezar kirin.
MANNHEÎM
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn bipêşengtiya ‘Platforma Êdî Bes e’ li ber Mannheîm HBF li hev civiyan û mîtîngek li dar xistin. Ji bo 3 şervanên MLKP’ê ku li Efrînê şehîd bûn û hemû şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre li ser navê NAV-DEM’ê Bahaddîn Dogan axivî. Dogan bang li Elmanyayê kir ku nebe hevkarê komkujiyên li Efrînê û got têkoşîna gelê Kurd ji bo aşitî, biratî, wekhevî û azadiyê ye. Piştî axaftina Meclîsa Jinan a Ronahî Berîvan parlamenterê Die Linke Hr. Rolland axivî.Ji ber ku şaneya têkildarî Efrînê hate qedexekirin Rolland helwesta nîşan da û got li Elmanya qedexekirin dijî demokrasi û fikra azad e.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê çalakî hate lidarxistin. Kurdistaniyan li pêşiya Europa Galeri yê di seat 15:00’an de standa enformasyonê vekir û di seatên şevê de jî mîtîngek li dar xist. Mîtîng bi pêşengtiya NCDK Saarbrucken hate lidarxistin û gelek belavok hatin belavkirin. Li ser navê NCDK Hevseroka NCDK Saarbrukcen Dîlan Akdogan bi zimanê Elmanî axivî û helwesta krîmînalîzekirin û zextan a dewleta Elmanya rexne kir. Li ser navê PYD Saarland Zerdeshte Kal axivî û banga xwedîderkitina li Efrînê li hevayî gelê Kurdistanê kir. Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû.
STÛTTGART
Duh li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê çalakî hate lidarxistin. Çalakî li Schloss Platz ji aliyê platforma xwedîderketina Efrîn a Stûttgar û aktivîstên SDKTM hate lidarxistin. Peykertraş Dogan Demir bi peykerê “Serhildan” piştgirî da çalakiyê.
Di çalakiyê de serdegirtina Weşanxeya Mezopotamya û MÎR Muzikê ji aliyê polîsên Elman ve hate şermezarkirin.
Pirtûkên Weşanxaneya Mezopotamya û albûmên Mîr Muzikê ji aliyê hunermend û gel ve hate hildan.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Lyonê êrîşên bi ser Efrînê û serdegirtina saziyên Kurd li Elmanyayê hate protestokirin. Li Parîsê Kurdistanî û dostên wan li ber Sefaretxaneya Elmanyayê, nerazîbûn nîşanî serdegirtina saziyên Kurd ji aliyê dewleta Elman ve dan. Çalakiya protestoyê ya bi beşdarbûna sedan kesî heta derengiya şevê berdewam kir.
LYON
Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Lyon ê Fransayê dijîn êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi ser Efrînê bi meşa meşaleyî protesto kirin. Gel li Place Bellecour li hev civiyan, dirûşm qîr kirin û bi belavkirina belavokan berxwedana Efrînê silav kirin. Çalakî li qada mîtîngê bi axaftinan bi dawî bû.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêd Stocholmê dewleta Rûsya a ku bi vekirina qada hewayî re destûra êrîşan da dewleta Tirk û çeteyên OSO hate protesto kirin. Komek Kurdistanî di seat 14:00’an de li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya bi wêneyên sivîlên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatine qetilkirin rakirin û dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan, Putînê du rû’, ‘Artêşa Tirk ji Efrînê derbikeve’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Destên xwe yên qirêj ji Efrînê vekişînin’ berz kirin. Di çalakiyê de nûnerên rêxistinên civaka sivîl daxuyanî dan û bang li Rûsyayê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk re bîne.
TORONTO
Li bajarê herî mezin û qerebalix yê Canada Torontoyê komkujiyên dewleta Tirk yên li Efrînê hate protestokirin. Çalakîbi pêşengtiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk ya Torontoyê ve hate kirin û Kurdistanî û dostên wan yên Torontoyê jî piştgirî dan çalakiyê