Li dijî dadgera Elman a dosta Kurdan kampanyaya reşkirinê

Ji ber ku piştgiriyê dide têkoşîna gelê Kurd, li dijî dadgera Dadgeha Destûra Bingehîn a Eyaleta Hambûrgê Cornelîa Ganten-Langeyê kampanyaya reşkirinê hate destpêkirin.

Cornelîa Ganten-Lange ya ku li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê parêzeriyê dike û ji xeynî nasnameya xwe ya hiqûqê bi çalakgeriya mafên mirovan jî tê naskirin, di sala 2009’an de li eyaleta meclîsê bi dengekî zêde ji bo dadgeriya Destûra Bingehîn hatibû hilbijartin. Di sala 2015’an de peywira wê bi dawî bûbû û dîsa bi dengekî zêde biryar hatibû dayin ku li ser peywira xwe bimîne.

Cornelîa Ganten-Lange bû hedefa kampanyaya reşkirinê ya ku rojnameya Dîe Weltê serî dikişîne. Rojnameya Dîe Welt têkoşîna Cornelîa Ganten-Lange ya ji bogelê Kurd û qada mafên mirovan kir hincet û îddîa kir ku ‘ew çepgireke radîkal e’. Rojname diyar dike ku Cornelîa Ganten-Lange di sala 2013’an de bûye parêzera Alî Îhsan Kitay ê ku ji ber doza PKK’ê tê darizandin û 2,5 sal ceza lê hatibû birîn.

Cornelîa Ganten-Lange ji ber ku di salên 2011 û 2012’an de ji bo Kurdên li Elmanyayê şêwirmendiya hiqûqî kiriye, tevlî çalakiyên Komeleya Azadiyê bûye ya ku pêdiviyên girtiyên siyasî bi cih tîne û tevlî nav çalakiyên Rote Hîlfe (Alîkariya Sor) bûye ya ku di warê hiqûqê de alîkariyê dide çalakgerên çepgir, ev tevlêbûnên wê wekî ‘çalakiyên radîkal’ hatiye hesibandin.