Li dijî CETA û TTÎP’ê 3,5 milyon îmze li PE’yê
Li dijî peymana bazirganiyê ya ku di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kanada de hatiye îmzekirin û sibehî wê were Parlamentoya Ewropayê (PE) bi milyonan îmze hatin komkirin.
Li dijî peymana bazirganiyê ya ku di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kanada de hatiye îmzekirin û sibehî wê were Parlamentoya Ewropayê (PE) bi milyonan îmze hatin komkirin.
Dijberên Peymana Bazirganiya Serbest a YE-Kanada (CETA) ku sibe wê li PE’yê were dengdan, ji ya xwe nayên xwarê. Beriya niha jî ji bilî CETA’yê li dijî TTÎP ku muzakereyên wê didomin û li dijî peymanên din jî 3,5 milyon îmze raberî PE’yê hatibû kirin.
Îmze duh bi navê pêkhateya ‘’TTÎP Û CETA’yê rawestînin’’ duh radestî rayedarên PE’yê ya Strasboûrgê hate kirin.
Tê gotin CETA û TTÎP a ku payiza bihurî wê di navbera YE û Kanada de hatî îmzekirin wê zixmetê ji berjewendiyên şîrketên mezin re bike û bi taybetî jî di qada çandiniyê de wê gelek strandartan tine bike. Bi teqezî lê tê nerîn ku ev peymana CETA ya ku wê ziyanê bide hilberînerên navîn yên welatên ber bi pêşketinê ve, wê ji hêla PE’yê ve were pejirandin.
Ji ber desteka partiyên muhafazakar û lîberal a YE’yê li pêş CETA’yê ti asteng nîn in.
Peymana TTÎP’ê jî ku bi salan e li DYEyê bi dizîka tê muzakerekirin, ji ber ku li dijî Donald Tûrmp e, weke ‘’peymaneke mirî’’ tê dîtin.