Li dijî çalakgerên Enqerê dijwariya polêsan
Li dijî çalakgerên Enqerê dijwariya polêsan
Li dijî çalakgerên Enqerê dijwariya polêsan
Li ser rêya Ataturk a Enqerê, bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Parqa Gezî xwepêşandanek hat lidarxistin, lê li destwerdana polêsan rast hat. Di encama êrişa bi bombeyên gazê de, herî kêm 6 xwepêşandêr hatin binçavkirin.
Komek ji çalakgeran, îro danê sibê saet di 6'an de li ser rêya Ataturk a Enqerê çalakiyeke şermezarkirinê lidar xist. Çalakî bi destwerdana tund a polêsan rast hat û herêm bi bombeyên gazê veguherî qada şer. 6 kesên ku ji bombeyên gazê reviyan û xwe li otêlekê girtin, ji aliyê polêsan hatin binçavkirin. Hat ragihand, ku polêsan avêtine ser gelek malan jî.