'Li dijî binpêkirinên li girtîgehên Egeyê divê tavilê tedbîr bêne wergirtin'

Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê têkilldarî greva birçîbûnê ya li girtîgehên li herêma Egeyê raporek weşand.

Koordînasyona ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) Şaxên Îzmîrê, komîsyonên girtîgehan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) di nav de ne, ragihand ku mafê bingehîn ê tibî yê girtiyên di grevê de ne têne binpêkirin û xwest tavilê tedbîr bêne wergirtin.

Civîna çapemeniyê li Şaxê Îzmîrê yê OHD'ê hate lidarxistin û Hevseroka OHD'ê Şaxê Îzmîrê Şukran Ozturk axivî. Şukran Ozturk bal kişand ser şert û mercên giran ên li girtîgehên Tirkiyeyê.

Di raporê de hate bibîrxistin ku ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û pêkanîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji 27'ê Mijdara 2023'an û vir ve li girtîgehên li herêma Egeyê greva birçîbûnê sê meh in dewam dike.

Li gorî rapora Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê rêveberiyên girtîgehan li gorî mafên tibî tevnagerin, bi cezayê dîsîplînê girtiyan ceza dikin. Ozturk anî ziman ku li gorî agahiyên di hevdîtinên li girtîgehan de hatin bidestxistin, mafên tibî yên girtiyan têne binpêkirin.

Hate ragihandin ku kontrola tenduristiyê ya girtiyan nayê kirin, rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi zehmetî têne şopandin û hate gotin, di mijara mafê tibî yê girtiyan de rêveberiyên girtîgehan bi têrkerî bi têgihiştî nînin.

Di raporê de hate gotin, vîtamînên pêwîst ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi têrkerî nayên dayin û bi taybetî di mijara kêmaniya vîtamîna B1 de hişyarî hate dayin.

Li gorî çavdêriyên koordînasyonê, rewşa li girtîgehan hîn giran bûye û girtî ji çalakiyên civakî bêpar têne hiştin û têne tecrîdkirin.

Hate destnîşankirin ku cezayên dîsîplînê yên li girtiyan têne birîn, li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê wateya êşkence û kiryarên xerab.

Di raporê de herî dawî hate xwestin ku li dijî kêmasî û binpêkirinên mafên mirovan bi lez tedbîr bêne wergirtin.