Li dijî avahiya HDP’ê ya navçeya Sultanhîsar serdegirtin

Hate zanîn ku di serdegirtina li avahiya HDP’ê ya li navçeya Sûltanhîsar a Aydinê de dest danîne ser wêne û deftera pankarta partiyê.

Polîsên şaxê TEM’ê, di seatên nîvro de avêtin ser avahiya Partiya Herêmên Demorkatîk (HDP) ya li navçeya Sûltanhîsar a Aydinê. Hate zanîn ku di dema serdegirtinê de Dozgerê Komarê ya Sûltanhîsarê jî bi polîsan re bûye û ji ber nebûna kesekê di partiyê de ji aliyê çilîngar ve derî hatiye vekirin. Polîsên ku bi vekirina derî re ketîn hundir dest danîn li ser hinek wêne, poster û belgeyên di avahiyê de.

Li aliyê din hate zanîn ku di dema lêgerînê de bang li partiyekê hatiye kirin ku hevpartiya lêgerinê bike.