Li Dieburg û Saarbrucken ji bo pişevaniya Rojava çalakî
Li Dieburg û Saarbrucken ji bo pişevaniya Rojava çalakî
Li Dieburg û Saarbrucken ji bo pişevaniya Rojava çalakî
Li bajarê Dîeburg û Saarbrucken a Almanyaê bi armanca piştevaniya Rojava re û şermezarkirina êrîşên çeteyan çalakî pêk hatin.
Li navçeya Dîeburg kurdan cara yekemîn meş pêk anîn û êrîşên çeteyên Rojava şermezar kir. Bi sedan kesên ji bajarên Aschaffenburg, Babenhausen, Reinheim, Groß-Umstadt, Munster û bajarên derdorê tevli çalakiyê bûn. Girse li ber Şaredariya Munster civiyan. Girseyê dirûşme berzkirin.
SIVÎL BI ÇEKÊN DYA-YE Û TC’Ê TÊN KUŞTIN
Jinan di kortejê de afîşeke bi ser navê ‘Sûriyeyek demokratîk, Kurdistanek azad, îhracata çekan bila rawesta! Em komkujiya El Qaîdeyê şermezar dikin’ vekirin.
Di meşê de her wiha dovîzên bi ser navên cuda cuda hatin hildan. Alên CÎK,PYD, TEVDEM û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hildan.
EWROPA PIŞTGIRIYÊ DIDÊ, EL NUSRA QETIL DIKE
Çalakvanan bê navber dirûşmeyên ‘Tirkiye fînanse dike, El Qaîde dikuje, Ewropa piştgiriyê dide El Nusra qetil dike, li Kurdistanê ji qetilkirinan re êdî bes e’ hatin berzkirin.
Di meşê de daxuyaniya YEK-KOM’ê ya der barê êrîşên çeteyan li hemberî kurdan pêk hat, xwendin.
Welatiyên alman û penaberan eleqeyek mezin nîşan da û her wiha bo Azadiya Ocalan jî 100 îmze hat komkirin.
Meş li Markplatz a bajarê Dîeburgê bi deqeyeke rêzgirtin a abo şehîdan û gelê Rojava bi dawî bû.
LI SAARBRUKEN MÎTÎNG
Li Saarbrucken a Almanyayê heman rojê saet di 16’an de kurd û dostên kurdan hatin cem hvû komkujiya Rojava şermezar kirin.
Di mîtîngê de parlamenterê Wanê yê BDP’ê Ozdal Uçer axaftinek kir û got sibê ser komkujiyek bê serê me û Rojava bêje we bo me çi kir, divê bersiveke me hebe.
Mîtîng bi axaftinên malbatên gerîlayan û nûneran bi dawî bû.