Li Desteya Parlamenteran a NATO'yê banga PKK'ê
Li Desteya Parlamenteran a NATO'yê banga PKK'ê
Li Desteya Parlamenteran a NATO'yê banga PKK'ê
Parlamenterê Awûstûryayî Peter Pîlz, di axaftina xwe ya li Desteya Parlamenteran a NATO'yê de, ku îsal cara 60. li bajarê Hollanda Den Haagê civiya, xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin. Pîlz xwest, şensê ku cîhana rojava beriya niha dabû Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê, vê carê jî bide PKK'ê.
Desteya Parlamenterên NATO'yê, ku ji parlamenterên welatên endamên Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) pêk tê, îsal civîna xwe ya 60. li bajarê Hollanda Den Haagê pêk anî. Di civîna li ser polîtîkaya NATO' ya li herêman de, bi taybetî li ser mijarên krîza Ûkraynayê û têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê hat rawestîn.
Parlamenterê Awûstûryayî Peter Pîlz di civînê de li ser Kurdan û PKK'ê pêşkêşiyek kir. Endamê Partiya Keskan parlamenter Pîlz di pêşkêşiya xwe de têkoşîna Kurdan a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê vegot û ev pirs li NATO û Yekîtiya Ewropayê kir:
"1- Divê ji herêmên Kurdan ên li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê mafê otonomiyê bê dayîn? 2- Divê Başûrê Kurdistanê bibe xwedî mafê dewleteke serbixwe? 3- Divê têkiliyên bi PKK'ê re normal bibe û PKK ji lîsteya "rêxistinên terorîst" bê derxistin?"
Parlamenter Pîlz xwest, şensê ji Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê re hatiye dayîn ji PKK'ê re jî were dayîn û têkiliyên bi PKK'ê re ji nû ve di ber çavan re bên derbaskirin. Pîlz ji Awûstûrya û Yekîtiya Ewropayê xwest, ku bi PKK'ê re bikevin nava diyalogê û destnîşan kir, ku ji bo Tirkiye li pêşiya vê nebe asteng divê NATO di vî warî de bikeve nava hewldanan.
Parlamenterê Awûstûryayî Pîlz di dawiya axaftina xwe de got: "Çend sal berê li Şamê bi lîderê PKK'ê Ocalan re rûniştibûm. Herî kêm bi qasî Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê ez bawerim ku PKK wê ji bo pêvajoya aştiyê bikeve nava hewldanan."
DESTEYA PARLAMENTERAN A NATO'YÊ ÇI YE?
Desteya (Asamble) Parlamenteran a NATO di sala 1955'an de ji aliyê 158 parlamenteran ve li Parîsê hat avakirin. Heta sala 1966'an weke Desteya Bakurê Atlantîkê, di sala 1999'an de jî wek Desteya Parlamenteran a NATO'yê navê wê hat guhertin û li gel endam û parlamenterên çavdêr ên ne welatên endam, Meclîsên navbera parlamenteran, nûnerên Parlamenta Ewropa û mêvanên parlamentê jî beşdarî civînên desteyê dibin.