Li derveyî welat rêjeya beşdariya hilbijartinê 48 ji sedî ye

Dengdayîna ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê ya li 60 welatan didomiya, duh bi dawî bû. Li gorî hilbijartina 1’ê Mijdarê û referandûma 16’ê Nîsanê rêjeya tevlêbûnê zêdetir bû û bû 48 ji sedî.

Ji bo hilbijartina di 24’ê Hezîranê de, ji bo 3 milyon hilbijêrên li derveyî welat li 60 welatan 559 sindoq hatin danîn. Li Elmanya, Fransa û Avûstûryayê dengdayîn 13 rojan domiya.

Tê payîn ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind agahiyên fermî yên tevlêbûnê biweşîne. Lê li gorî agahiyên ne fermî rêjeya beşdariya hilbijartinê 48.78 ji sedî ye. Li gorî vê yekê ji nav 3 milyon û 47 hezar û 323 hilbijêran, milyonek û 486 hezar û 408 kesan dengê xwe dane.

Li gorî encamên referandûma di 16’ê Nîsana 2017’an û hilbijartina giştî ya 1’ê Mijdarê 2015’an eleqeya ji bo hilbijartinê zêdetir bû. Ev hejmar diyar dike ku ew ê tevlêbûna li hilbijartina 24’ê Hezîranê jî zêdetir be. Di hilbijartina 1’ê Mijdarê de ji nav 2 milyon û 899 hezar û 69 hilbijêrên li derveyî welat, milyonek û 300 hezaran dengê xwe dabûn û rêjeya tevlêbûnê bûbû 40 ji sedî.

Li balyozxane û nûnertiyên li welatan milyonek û 357 hezar û 676 kesan dengê xwe dan. Li deriyên gumrukê jî dengdayîn ew ê heta 24’ê Hezîranê saet 17.00’an bidome. Heta niha 128 hezar û 732 kesan li deriyên gumrukê dengê xwe dane.

Desthilatdariya AKP’ê Elmanya di serî de li gelek cihan fen û fût kir. Ji xeynî konsolosxane û nûnertiyan, gelek camiyên girêdayî diyanetê jî, ji bo Erdogan û AKP’ê hatin seferber kirin. AKP’ê li pêşiya gelek navendên hilbijartinê li ser navê diyariyan dest bi kirîna dengan kir.