Li derveyî welat çalakî didomin

Kurdistanî û dostên wan ên ku li derveyî welat dijîn li dijî qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiyan de dirûşmên wekî ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Dîktator Erdogan’’ hatin berzkirin û wê berxwedan were geşkirin.

OTTAWA

Kurdistaniyan li paytexta Kanada Ottowayê li ber Parlementoya Federal çalakiyên xwe didomînin. Kurd û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Montreal hatin cem hev û qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê şermezar kirin. Di çalakiyê de nêzî 500 kes hebû. Girse kolana herî şÊn a Rîdeaûyê ji trafîkê re girt û ji vir derbasî konsolosxaneya Tirk bûn. Girseyê li vir sereqat dirûşmên ‘’bijî Serok Apo’’, ‘Bijî Kurdistan’’ berz kriine. Di çalakiyê de bi Kurdî, Fransî, Îngilî û Tirkî belavok hatin xwendin.

STOCKHOLM

Kurdistanî û şoreşger û demokratên Tirkiyeyî bi mebesta şermezarkirina qirkirina siyasî li ber deriyê sereke yê Seroktiya Karê Derve yê Swêdê hatin cem hev û çalakiyeke protestoyî pêk anîn. Di çalakiyê de bi axaftinan êrîşên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk ên bi ser HDP’ê de û binpêkirina mafê mirovan, azadiya ramanê û derbirînê hate şermezarkirin. Ji Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Margot Wallstromê jî hate xwestin ku li dijî Tirkiyê bibin xwedî hewlesteke diyar.

Di çalakiyê de nameya protestoyê ku li ser mohra gelek komleyan hebû û tê de daneyên mafê binpêkirina mirovan a li Kurdistanê û Tirkiyê hebû ji bo sekreterê Wallstrom hate dayin.

Çalakgeran diyar kirin ew ê çalakiyê xwe bidomînin.

TOKYO

Li paytexta Japonya Tokoyayê nêzî 100 kesê ku ji Kurd û Japonan pêk hatî, qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê şermezar kirin.

Li ser çavê çalakgeran Eyup Kurt axivî û got ew ê li dijî girtinan li ber xwe bidin û wiha pê de çû, ‘’Di encama vê serdema tarî de teqez em ê bi ser bikevin. Em girtina hevserok û wekîlên xwe bi tundî şermezar dikin.Li dijî zilma dîktator Erdogan ku li welêt pêk tîne em bang li hêzên navdewletî dikin ku dengê xwe li Erdogan bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.’’

Memo Yucel jî ku ji çapemeniya Japon re axivî, xwest ku Japonya li ser Tirkiyê dankirinan bike.

CANBERRA

Li paytexta Avûstralyayê Canbbera jî qirkirina siyasî hate şermezarkirin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Kurdish Lobby Avûstralîla, ÎHD Avûsralya, Nûnerê KNK Sydey Îsmet Taştan Parlementoya Federal ziyaret kir. Di hevdîtinê de Serokwezîr Malcol Turnbull, Wezîrê Karê Derve Julîa Bîsho û Penny Wong û wekîlê Partiya Karkir Peter Khalîl jî hebûn. Di hevdîtinan de êrîşên qirker ên Tirk hatin guftûgokirin û hate xwestin ku Avûstralya helwestê nîşan bide. Wekîl Khalîl got, ‘’Li dijî êrîşa bi ser HDP’ê de em nikarin bêdeng bimînin; ev bêhurmetiyeke li dijî gelê Kurd û hilbijêran. Li dijî vê helwesta Erdogan divê em bêdeng nemînin, AKP di zûtirîn demê de dive dev ji vê polîtîkaya xwe biqere.’’

ATÎNA

Li Yewnanîstanê partiyên siyasî girtina hevserok û wekîlên HDP’ê şermezar kir.

Syrîza got, ‘’Girtina HDP’yiyan yên bi sedemên bêbingeh bi temamî ji ber sedemên polîtîk e. Armanca sereke ew e ku li Tirkiyeyê hêzên çepgir-demokrat û aştîxwaz werin dîlgirtin.’’

Partiya Antarsiya jî got, girtin ‘’binpêkirina mafên demokratîk e’’ Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Rejîma Erdogan bi hênceta darbeyê hemû mafên demokratîk binpê dike’’ û li dijî giritna rojname û televizyonan, qeyûmê helwest nîşan da. Antarsiya diyar kir ku ew hikûmeta AKP’ê şermezar dikin.

Laîkî Enotîta (Yekîtiya Gel) jîg ot ,’’Em girtina Demîrtaş, Yuksekdag û wekîlan şermezar dikin. Li dijî vê êrîşan li dijî gelê Kurd û têkoşîna wê ya demokrasiyê em li cem Kurdan in. Ev hewldana darbeyê ye. Ev êrîşa bi ser vîna gel de ye. Em ê bi Kurdan re mil bi mil têbikoşin.’’

Partiya Navend Enosî Kentor jî ku li meclîsê koma wê heye, êrîşa li ser Kurdan û HDP’ê şermezar kir û got, ‘’Dewleta Tirk bi van girtinan nîşan da ku ew Kurdan weke dijmin dibîne. Yekîtiya Ewropa li dijî vê polîtikaya zextê divê tiştinan bike. Ev polîtîkaya Erdogan agir berdide hemû herêmê.’’

MELBOURNE

Li paytexta eyaleta Vîctorîa a Avûstralyayê Melboûrneyê jî qirkirina siyasî hate şermezakirin. Endamên Navenda Civaka Kurd li ber parlementoya Vîctorîa civiyan û qirkirina siyasî ya AKP’ê ya bi ser HDP’ê û gelê Kurd de şermezar kirin.

Li ser navê Partiya Keskan Nîna Sprîngle xwest ku wekîlên Kurd di zûtirîn demê de serbest werin berdan û got, Kurd teqez wê bigihijin azadiya xwe.

Li ser navê Alternatîfa Sosyalîf Sue Bolton jî piştevaniya xwe ya ji bo HDP’ê nîşan da.

...