Li derve bi tenê li hundir otorîter

Nazmî Gur ê HDP’yî diyar kir ku armanca belavbûna desthilatdariya Tirk a li ser erdnîgariya Kurdan dema bi dagirekerî,şer û paqijiya etnîk kûr dibe bi tenê dimîne û li hundir jî otorîteriya xwe zêde dike.

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Nazmîr Gur diyar kir ku feraseta rêveberên Tirkiyeyê wisa ye, “Li Rojhilata Navîn statuko diguhere. Pergaleke nû ava dibe. Wekî li Rojhilatê Behra Spî. Tirkiye dixwaze tevî şer û bi darê zorê li ser van maseyan be lê Kurd tunebe.”

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Nazmîr Gur ji ANF’ê re axivî diyar kir ku çavkaniya aloziya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê, statuya 3 hezar giravên li Egeyê û 12 giravên nêzî Tirkiyeyê, diyarkirina sînorên behrê, diyarkirina rayeya qada behrê ye.

BI HÊZA XWE DIXWAZE LI SER MASEYÊ BE

Gur diyar kir ku Tirkiye dixwaze li Rojhilatê Behra Spî bibe hêz û ji ber vê jî bi welatên ku peravên wan bi Behra Spî heye, pirsgirêkên mezin dijî. Gur got ku “Îsraîl di serî de, Komara Kibrisê, Yewnanistan û Misir hatin ba hev û li Rojhilatê Behra Spî platformek ava kirin. DYE, YE û Fransayê piştgirî dan vê platformê. Şîrketên mezin ên van welatan ji bo derxistina gazê rûhsat stendin û dest bi hilberînê kirin. Ji ber helwesta wê ya bi tiştekî qanih nabe Tirkiye ji vê komê hate derxistin. Tirkiye ji ber polîtîkaya xwe ya derve navbera wê û hemû welatên sînorên bi Behra Spî hene, ketin nav aloziyê û ji ber vê jî li ser maseya ‘parvekirinê’ ji xwe re cih nedît. Niha jî bi ‘bikaranîna hêzê’ dixwaze ji xwe re cih bigire.”

WÊ TENÊTIYA WÊ ZÊDE BIBE

Gur diyar kir ku Yewnanistan û Komara Kibrisê piştgiriya Yekîtiya Ewropayê stendiye û Fransa ya ku di warê avakirina statukoya Behra Spî de roleke wê ya girîng heye bi awayekî ‘bandor’ ketiye dewrê û got, “Tirkiye ji ber fuzeyên S-400 ên ji Rûsyayê kirîbû, li dijî polîtîkaya NATO’yê tevgeriya û ji ber polîtîkaya wê ya li Rojhilatê Behra Spî têra xwe tenê maye. Li gorî daxuyaniyên YE wê zextên li ser Tirkiyeyê û tenêtiya wê zêdetir bibe.”

‘DIXWAZE LI ROJHILATA NAVÎN KURD TUNEBE’

Gur diyar kir ku desthilatdariya Tirk dixwaze li herêmên derveyî Lozanê maye mayinde bibe û got, “Vê daxwaza wê ya li ser erdnîgariya Kurdan, bi polîtîkayên dagirkerî, şer û paqijiya etnîk derdikeve holê. Bi kûrbûna polîtîkayên şer re, tenêtiya Tirkiyeyê zêde dibe. Di xeyala Tirkiyeyê de ev tişt heye ku li Rojhilata Navîn Kurd tunebe. Li Rojhilata Navîn statuko diguhere. Pergaleke nû ava dibe. Wekî li Rojhilatê Behra Spî. Tirkiye dixwaze tevî şer û bi darê zorê li ser van maseyan be lê Kurd tunebe. Desthilatdariya AKP û MHP’ê him li derve û him jî li hundir welat xistiye nav tecrîdê. Ji ber van polîtîkayan ekonomî hilweşiyaye. Ji bo fînansa şer û mîlîtarîzmê wan krediya xwe qedandine, ji ber vê jî mîlîtarîzmê wekî çare dibînin.”