Li Dêrsmê hejmara binçavkirinan derket 8’an
Li Dêrsmê hejmara binçavkirinan derket 8’an
Li Dêrsmê hejmara binçavkirinan derket 8’an
Di çarçoveya lêpirsîna der barê serdozger Murat Uzun ku li navçeya Ovacik a Dêrsîmê di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin de, vê sibê polîsan bi ser malan de girt û li gorî bîlançoya nû 8 kes hatin binçavkirin.
Di 19’ê îlona 2012’an de li navçeya Ovacik a Dêrsimê serdozgerê komarê Murat Uzun hatibû kuştin û der barê bûyera wî de bi talîmata dozgeriya Komarê ya Meletiyê vê sibê li Stenbol û Ovacikê bi ser malan de hat girtin. li 8 navnîşanên cuda, li Ovacikê 7 kes û li Stenbolê kesek hat binçavkirin. Di bîlançoya beriya vê de 6 kes hatibûn binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Dêrsîmê û kesên li Stenbolê jî hat binçavkirin dê bibin Dêrsîmê.