Li Dêrsimê rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan îstifa kirin

Li Dêrsimê rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan îstifa kirin

Li Dêrsimê, tevî Rexistina AKP'ê ya Bajêr, rêxistinên 7 bajaran îstifa kirin.

Serokê Bajêr Velî Sûroglû îstifa piştrast kir û got, "Navenda Giştî ji me xwest ku em îstifa nekin, gotin emê ji nû ve rêxistin bikin. Ji me re dibêjin fermo bikin." Sûroglû da xuyakirin ku ewê derbarê mijarê de civîneke çapemeniyê lidar bixin.

Hat ragihandin ku îstifa wê îro ji Navenda Giştî ya AKP'ê re bên şandin. Tê gotin ku ev yek ne weke îstifa weke ji kar girtinê, tê nîqaş û binavkirin.

Ji rêxistina bajarê Dêrsimê ya AKP'ê 30, ji yek ji 7 navçeyan 15 bi giştî 105 kesan îstifa kirin.