Li Dersimê oparasyon û li Colemêrgê kemîn
Li Dersimê oparasyon û li Colemêrgê kemîn
Li Dersimê oparasyon û li Colemêrgê kemîn
Hate ragihandin ku, artêşa Tirk li bejahiya navçeya Nazimiyê ya girêdayî Dersimê operasyon da destpêkirin, her wiha li Colemêrgê jî zilamên serok eşîrê Mamxuriyên AKP’yî li gelek gundan kemîn danîne.
Artêşa Tirk li dijî Gerîllayên HPG’ê operasyon û provokasyonên xwe berdewam dike. Hate diyarkirin ku li bejahiya navçeya Nazimiyê ya girêdayî Dersimê operasyon hatine destpêkirin.
Li gorî zanyariyên Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihandî, di seatên şeva din de artêşa Tirk li geliyê Puxutê girêdayî Nazmiyê ku operasyon dabûn destpêkirin, di gelî de li gelek cihên daristanî jî dar birîne.
Hate zanîn ku, li bejahiya gelek gundên Colemêrgê jî li dijî Gerîllayên HPG’ê kemîn hatine avêtin.
Li gorî serçaveyên herêmî yên hatine bi destxistin, serokê eşîra Mamxuriyan yê AKP’yî û kurê wî li gel zilamên xwe, li gelek gundan tevlî kemîn danînê bûne. Hate diyarkirin ku, li ser gel jî şîdetê bi kartîne. Hate ragihandin ku, bi taybet jî li gundên li ser Xeta Germavê, Setkarê û Çemankê şîdetê pêktînin.